Yekîtiya demokratîk a Kurdan divê

Çarşem 10 Kanûn 2025 - 03:42

Hevserokê DBP'ê Keskîn Bayindir, Berpirsê Buroya Têkiliyên Dervê yê YNK'ê Dara Xeylanî û Berdevka PÎA'yê Menîce Rumeysa Gulmez ku tev li Konferansa Navneteweyî ya DEM Partiyê bûn bal kişandin ser girîngiya yekîtiya neteweyî ya Kurdan û destnîşan kirin ku divê ev pêvajo di heman demê de veguhere pêkhatina yekîtiya demokratîk a Kurdan.

Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), “Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk a Navneteweyî” li Stenbolê li dar xist. Konferansa ku beşdar ango mêvanê wê ji Kurdistan, Tirkiyeyê û gelek welatên cîhanê hatibûn du rojan berdewam kir. Kesayetên navdar, siyasetmedar, rewşenbîr ji gelek welatan wek axivêr beşdar bûn û bal kişandin ser têkoşîn û berxwedana gelê Kurd. Di konferansê de manifestoya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pêvajoya li Tirkiye û Kurdistanê berdewam dike hat nirxandin. Her wiha di konferansê de gelek peyamên girîng jî hatin dayin. Peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mesûd Barzanî û Serokê Giştî yê Yekîtiya Niştimanî Kurdistanê (YNK) Bafil Talabanî hat xwendin. Ji Rojavayê Kurdistanê jî Îlham Ehmed bi rêya vîdeoyê beşdarî konferansê bû û nêrînên xwe anî ziman. Her wiha peyama Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî hate wendin. Peyamên hatin xwendin û beşdariya partiyên Kurdistanê ya Konferansê ji bo yekîtiya demokratîk a Kurd weke gaveke erênî hat nirxandin.

Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir, Berpirsê Buroya Têkiliyên Dervê yê YNK'ê Dara Xeylanî û Berdevka Partiya Însan û Azadiyê (PÎA) Menîce Rumeysa Gulmez têkildarî pêyamên di konferansê de hatin dayîn û yekîtiya neteweyî ya Kurd deaxivîn.

Berpirsê Buroya Têkiliyên Dervê yê YNK'ê Dara Xeylanî Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk a Navneteweyî weke gaveke girîng a ji bo aştiyê pênasê kir û got: “Mixabin, em gelek sal in mîletekî wisa ne ku axa me hatiye dagirkirin. Welatên cîhanê yên cuda axa me kirine çar parçeyan. Îro em hemû li vir in ji bo ku ew rojên me yên dijwar li dûr bimînin û ji bo ku em bi gelan re di nava aştîyê de bijîn, derdê xwe ji hev re dibêjin. Ev yek wek gaveke aştîyê ye. Em hemû bi salan e ji bo azadiyê gelek windahî (qurbanî) dan. Di nava têkoşînan de jî me gelek kes winda kirin. Niha em li wan windahîyan (qurbanîyan) dinêrin, ew ji bo dinyayeke baştir û ji bo axeke azad têkoşîn kirin. Cihê aştîyê li cem me gelek mezin e. Piştî hemû êşên hatin jiyîn, pêkanîna aştîyê ji bo me hemûyan girîng e. Hêvîdar im aştî pêk were û em hemû di nava aramîyê de bijîn.”

Hevserokê Giştî yê DBP'ê Keskîn Bayindir jî anî ziman ku li çar aliyên Kurdistanê gelek kes beşdarî konferansê bûne û wiha axivî: “Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan vê pêvajoyê weke pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk bi nav dike û weke nexşerê jî yekîtiya neteweyî ya Kurd e. Ji ber vê yekê hewldan û daxwaza me ew e ku ji bo pêşketina pêvajoyê yekîtiya neteweyî ya Kurd li ser hevdu qebûl kirinê bimeşînin. Di navbera gelê Kurd û Tirkiyeyê de pêvajoyeke heye û îhtîmal heye ku li hev kirinek jî pêk were. Lê ya ewil divê em di navbera Kurdan de yekîtiyê ava bikin. Nêzikî salekî ye ku Rêber Ocalan zemîna yekîtiya neteweyî ava kiriye. Weke DBP'ê ji bo yekîtiya Kurd çi kar bikeve ser milê me, em ê bikin.”

Berdevka PÎA'yê Menîce Rumeysa Gulmez jî diyar kir ku di konferansê de gelek nirxandinên berfireh hatine kirin û ji bo pêvajoyê konferanseke gelek girîng bû. Menîce Rumeysa Gulmez destnîşan kir ku Kurd dixwazin xwedî maf bibin û wiha got: “Kurd dixwazin bi ziman û hebûna xwe bijîn. Zimanê Kurdî bibe zimanê fermî û azad bibe. Kurd xwedî çi birdoziyê bin jî daxwaz dikin ku tu Kurdek di zindanê de nemîne. Birêz Ocalan ji aliyê bi milyonan Kurd ve weke Serok tê qebûlkirin. Divê birêz Ocalan jî bi awayekî azad vê pêvajoyê bimeşîne.”

AW /STENBOL/BÎLAL GULDEM - MAHMÛT ALTINTAŞ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.