Fikrê Ocalan li cîhanê kelecanek afirand
Çarşem 10 Kanûn 2025 - 03:47

Ji beşdarên konferansa navnetewweyî Endamê Desteya Rêveberiya Navendî ya DBP’ê Mûrat Sarisaç anî ziman ku konferans ji bo civakîbûna aştiyê û belavbûna fikrên Rêber Apo girîng e û got:"Bi Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Birêz Ocalan re ne tenê li Tirkiye û Kurdistanê her wiha li seranserê cîhanê pêvajoyeke welê destpê kir ku bû cihê kelecanê. Tevgera Azadiyê ya Kurd 50 salên dawî li dijî feraseta netewe dewletê ya li ser asîmîlasyon û îmhakirina Kurdan ava bûye têkoşîna hebûnê dimeşîne. Di vê têkoşînê de nêzî sed hezar mirov hatin kuştin, Kurd ji gundên xwe bûn û tine hatin hesibandin. Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Birêz Ocalan hem ji aliyê Kurdan hem jî ji aliyê avaniyên bi rêxistinên li derveyî dewletê têkoşîna demokrasî û aştiyê dimeşînin bersiveke cidî dît. 120 kesayetên ku Xelata Aştiyê ya Nobelê girtin anîn ziman ku ew banga Birêz Ocalan gelekî hêja dibînin.
Divê di asta navneteweyî de bidin nasîn
Li Kurdistan û Tirkiyeyê weke DEM Partî û pêkhateyên wê, ji ber ku em ji kevneşopiyeke têkoşînê ya bi salan tên, bi biryar in ku ji bo tevkariya vê yekê bi her rê û rêbazê têbikoşin. Ji bo Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Birêz Ocalan li tevahiya cîhanê bê nasandin û ev bang ne tenê li Kurdistanê her wiha li her devera cîhanê -Ji Rojhilata Navîn heta bi Ewropayê- civakî bibe, me ev konferans pêwîst dît. Di konferansa ji 2 rojan de ji Katalonyayê heta bi Herêma Baskê û gelek deverên din li gel beşdaran me pirsgirêkên bi heman rengî yên weke pirsgirêka Kurd û şerê li Tirkiyeyê nîqaş kir. Ev tecrûbeyên li cîhanê hatin nirxandin. Li gorî me, ev tecrûbe wê tevkariyê li pêvajoya bêşer û çarseriya pirsgirêkê bikin. Nuqteyeke din ew e ku Birêz Ocalan ne tenê ji bo aştiyê bang dike. Ne tenê têkildarî şerekî 50 salî bang dike; Birêz Ocalan di heman demê de li hemberî kaos û krîza modernîteya kapîtalîst sîstemeke alternatîf pêşkêş dike." Sarisaç ragihand ku perspektîfa Rêber Apo pêşkêşî gelan dike, çareseriyekê nîşan dide ku hemû gelan eleqedar dike û got:"Perspektîfeke welê datîne holê ku çînî, neteweyî, netewe dewletê û dewletê jinûve şîrove dike. Lewma ji bo ev fikrên Birêz Ocalan li tevahiya cîhanê bêne naskirin me konfernas lidar xist. Ji xwe John Holloway ev yek bi rengekî bedew kurteber kir: 'Ez ji Meksîkayê ji cihekî bi 11 hezar kîlometreyî dûr ji bo vê konferansê hatim Stenbolê. Sedema tevlîbûna min a li vê konferansê dîtina ronahiya Birêz Ocalan bû. Min ev ronahiya têkoşîna Tevgera Azadiyê ya Kurd di nava tarîtiyê de dît û hatim vê konferansê'. Ev yek ne tenê li Kurdistan û Tirkiyeyê, fikrên Birêz Ocalan weke ronahiyekê li tevahiya cîhanê belav bû. Ji bo danasîna vî fikrî em dixwazin karekî hîn xurt bikin."
Yekîtiya neteweyî girîng e
Sarisaç tevlîbûna nûnerên YNK û PDK'ê ya li konferansê jî girîng dît û destnîşan kir ku yekîtiya neteweyî ya Kurdan wê tevkariyê li pêvajoya aştiyê bike û got:"Îro Kurd ne tenê li çar parçeyan, her wiha li gelek deveran dimînin. Ji Kafkasyayê heta bi Rûsyayê Kurd tevlî vê konferansê bûn. Projeya Aştî û Civaka Demokratîk a ku Birêz Ocalan da destpêkirin, di serî de Kurd bernameyeke welê ye ku coş û kelecan da her kesî. Bi destpêkirina vê pêvajoyê re di serî de Birêz Ocalan Tevgera Azadiyê ya Kurd rola xwe hemû bi cih anî. Pêvajoyeke nû ye, dem divê lê belê Tevgera Azadiyê ya Kurd û Birêz Ocalan gavên gelekî hêja avêtin."
ANF/NAVENDA NÛÇEYAN












