Ger bi israr in bila pêk bînin

Duşem 11 Tebax 2025 - 03:15

Li gorî Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME), ragirtina kesekî/ê ya heta dawiya emrê xwe ya bêyî derfeta berdanê, li dijî “qedexeya îşkence û miameleya xerab” e. Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) jî bi vê sedemê, ji ber “mafê hêviyê” der heqê Rêber APO û Emîn Gurban, Civan Boltan û Hayatî Kaytan de biryara binpêkirinê da. Tevî ku bi ser biryarê re 11 sal derbas bûne jî hêj Tirkiyeyê ev biryar bicih ne aniye. DMME’yê ji bo jiholêrakirina encamên binpêkirinê, ji Tirkiyeyê xwestibû di qanûnan de sererastkirinan bike lê hêj bi vê daxwazê nehatiye kirin. Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ku rayeya wê ya venêrînê heye, ev mijar xist rojeva xwe. Komîteyê heta meha Îlona îsal dem da Tirkiyeyê ku di vê mijarê de sererastkirinan bike. Li gorî plana çalakiyan a Tirkiye pêşkeş dike jî wê komîte biryara xwe bide. Endama OHD’ê parêzer Zîlan Aydin têkildarî mijarê axivî û got ku Tirkiyeyê ji bo encamên biryara binpêkirinê ji holê rake ev 11 sal in tu sererastkirinên qanûnî nekiriye. Zîlan Aydinê diyar kir ku bi vê sedemê jî rêxistinên civaka sivîl û rêxistinên hiqûqê agahî dane komîteyê û di vê çarçoveyê de ji sala 2021’ê heta niha 4 caran agahî dane.  Zîlan Aydinê bi bîr xist ku Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ji Tirkiyeyê “plana çalakiyan a şênber” xwestiye û got:“Tirkiye îdia dike ku nexşerêyeke şênber di vê planê de heye lê di tu xalan de tiştekî şênber tune ye. Weke mînak; pergala efûyê ya serokkomariyê weke alternatîfa cezayê muebbbeda girankirî û hêviya tehliyeyê nîşan didin. Lê tu aliyekî vê ya rast nîne. Li gel vê, îdia dike ku derfeta tehliyeya bişert ji bo hikûmxwarên muebbeda girankirî jî heye. Lê em nikarin bibêjin li vir derfeta berdana bişert heye. Ji ber ku di Qanûna Înfazê de ji bo hikûmxwarên muebbeda girankirî 36 sal hatine diyarkirin. Lê belê di berdewamê de girtiyên siyasî ku weke ‘sûcdarên terorê’ dibîne, li derveyî vê dihêle. Lewma jî ji bo kesên cezayê muebbeda girankirî lê hatiye birîn bi tu awayî mekanîzmaya derketina derve pêşkeş nake.” 

Dibe ku mueyîdeyan pêk bînin 

Zîlan Aydinê destnîşan kir ku ev agahdarkirin a dawî ye û got:’’Komîteyê, ji ber ku pêvajo bi vî rengî domiya û binpêkirina maf domiya, ferman da sekreteryayê ku biryara navberê bide. Têkildarî naveroka vê biryarê agahî li ber destê me nînin. Lê belê dibe ku mueyîdeyan li Tirkiyeyê ferz bike. Birêz Abdullah Ocalan, serkêşiya pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk dike. Ev pêvajo, ji bo Tirkiye di qanûnan de sererastkirinan bike jî derfetek e. Cîbicîkirina mafê hêviyê pir girîng e. Komîsyona li Meclisê di mijara mafê hêviyê de dikare gelek tiştan bike. Divê di qanûnan de sererastkirin bikin û biryara DMME’yê ya di sala 2014’an de cîbicî bike. Komîsyoneke ku nûnerên herkesî tê de hene dikare vê gavê biavêje. Heke ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd bi israr bin, wê demê divê mafê hêviyê cîbicî bikin.” 

MA/MELÎK ÇELÎK

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.