Baweriya bi Ocalan tam e
Çarşem 9 Tîrmeh 2025 - 03:30
Li Stenbolê derbarê ''Banga Aştî û Civaka Demokratîk" a Rêber APO, civînên giştî yên girseyî û serdanên malan tên lidarxistin. Welatiyên ku beşdarî civîna li Taxa Haciahmet a navçeya Beyoglû bûn, behsa hêviyên xwe yên ji pêvajoyê kirin.
Kadriye Korkmaz (90) diyar kir ku ew 30 sal berê ji ber zextên dewletê neçar maye ku ji navçeya Kerboran a Mêrdînê koçî Stenbolê bike û got ku du kurên wê tevlî PKK'ê bûne û kurekî wê jî ji ber sedemên siyasî li Ewropayê li sirgûnê ye:"Ez dizanim ku bi hezaran dayikên kurd hene ku mîna min zarokên xwe winda kirine. Êşa me mezin e, lê em ê tu carî doza zarokên xwe ji bîr nekin. Em jî dixwazin mîna her kesî bi zimanê xwe biaxivin. Ma sûc e ku ez doza zimanê xwe bikim? Em dixwazin li ser axa xwe bi azadî bijîn. Ger dewlet jî bi heman awayî jidil be, wê aştî çêbibe. Ez bawer dikim ku Serok Apo wê vê aştiyê bîne, ji ber vê yekê ez li vir im. Ger dewlet mîna Serok Apo jidil be, Tirkiye wê bibe welatekî bihuştê. Ji ber ku wê şer tune be û ger şer tune be, pereyên ku li şer tên xerckirin jî nayên xerckirin. Xizanî pir zêde ye, mirov nikarin kirêya xwe jî bidin. Ger şer tune be, feqîr wê têr bibin. Ji aliyekî din, divê dayikên leşker û polîsan jî doza aştiyê bikin. Em dibêjin 'bila kes negirî'. Em dibêjin 'aştî' û Serok Apo bi salan e aştiyê dixwaze."
Em doza jiyana wekhev dikin
Kadriye Korkmaz destnîşan kir ku divê Rêber APO û girtiyên siyasî werin berdan û got:"Divê Rêber Apo û girtiyên siyasî yên di girtîgehan de werin berdan. Tu dijminatiya me li dijî tu gelî tune ye. Em bi salan e bi tirkan re cîran in û em ji hev hez dikin. Lê mesele ne hezkirin e, em dixwazin bi hev re û wekhev bijîn." Meryem Buyukkaya ku 30 sal berê ji Kerboranê neçar maye koçî Stenbolê bike, diyar kir ku ew piştgiriyê dide pêvajoya ku Rêber APO daye destpêkirin û got:"Ez ji bo doza zarokên xwe li vir im. Em bi zorê ji axa xwe hatin sirgûnkirin, niha em dixwazin li ser axa xwe bi azadî bijîn. Ez dixwazim zilma dewletê ya li ser gelê kurd bi dawî bibe. Bi hezaran mirovên me di zindanan de ne, ez dixwazim ew werin berdan û qeyûm bi dawî bibin."
Divê Kurd bi yek bin
Îdrîs Abîk (48) diyar kir ku ew di karê tesîsatê de dixebite û got ku ew dixwaze li welatekî bijî ku her kes karibe xwe bi awayekî azad îfade bike. Abîk bal kişand ser wê yekê ku gelê kurd bi salan e têkoşîneke mezin dimeşîne û got:"Ez ji ber bûyerên diqewimîn, baweriya xwe bi dewletê naynim û ji dilsoziya wan bawer nakim. Lê bê guman em ê piştgiriyê bidin vê pêvajoya ku Abdullah Ocalan dest pê kiriye, divê em rêxistin û yekîtiya xwe xurt bikin." Fatma Çetîn (60) nişteciha Taxa Haciahmet, destnîşan kir ku Rêber APO ne tenê ji bo gelê kurd, lê ji bo tevahiya cîhanê aştî û demokrasiyê dixwaze û got:"Gelê kurd jiyaneke bi rûmet heq dike. Ji bo vê yekê gelek xwîn hatiye rijandin. Ji ber vê yekê, ne tenê zarokên me, divê leşker jî nemirin û divê tu dayik negirîn. Ger ev şer nebûya, em ê koçber nebûna û me yê zarokên xwe li ser axa xwe mezin bikira. Ez hîn jî bi vê hesretê dijîm. Em aştiyê dixwazin, lê em aştiyeke fermî dixwazin ku mafên kurdan nas bike û qebûl bike. Ev pêvajo pir girîng e û kurd niha li ser pira Siratê ne; ew yê an bikevin an jî rabin. Ji ber vê yekê divê em bibin yek."
MA/ESRA SOLÎN DAL