‘Li dijî qeyûman têkoşîna yekbûyî divê’

Çarşem 6 Mijdar 2024 - 19:00

  • Nivîskar Semih Gumuş têkildarî tayinkirina qeyûmên li bajarên Kurdistanê  diyar kir ku encax bi hêzeke hevkar qeyûm biçin û wiha got:” Têkoşîna ku were meşandin bi têkoşîna yekbûyî ya hemû hêzên gel ên vî welatî pêkan e. Ji bo vê jî divê em ji bîr nekin ku pişta muxalefetê hêzên çep, sosyalîst û şoreşger in. Hê jî hêzeke tevayî li wir nehatiye avakirin. Bi taybetî bi dîtina min pir girîng e ku Tifaqa Ked û Azadiyê berfireh û bihêztir bibe û di vî warî de gavên bileztir û bibiryar bên avêtin.”

ROZA METÎNA /  AMED

Wezareta Karên Hundir li Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdîn, Êlih, Xelfetiyê ya di bin rêveberiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) de qeyûm tayîn kir. Polîsan di saetên serê sibehê de avahiya şaredariyê dorpêç kirin. Di heman demê de 4'ê Mijdara 2016'an salvegera darbeya siyasî ye. Berxwedan û têkoşîna Gelê Kurd a li dijî tayinkirina qeyûman dewam dike. Tevî êriş û mudaxaleya polîsan jî Gelê Kurd daket qadan û nerazîbûna we ya li dijî xespkirina îradeyê nişan dan.

Têkildarî mijarê nivîskar Semih Gumuş nirxandin kir.

 

‘Rêveberiyên herêmî û demokrasî’

Semih Gumuş di destpêkê de qala rêveberiyên herêmî û demokrasiyê kir û wiha dewam kir:”Berê me demokrasî wek desentralîzasyon pênase dikir. Rêveberiya herêmî ku girêdayî desthilatdariya siyasî ye lê xwedî însiyatîfa xwe ye, tê wateya saziyeke ku rasterast li çareseriya pirsgirêkên herêmî yên gel digere. Rayedariya rêveberiyên herêmî çiqasî berfireh bibe, ew qas berfirehkirina demokrasiyê bi tevahî dibe. Ji ber ku em behsa dorpêçkirin û hembêzkirina herdu warên siyasî û aborî dikin. Her wiha hikûmeta navendî nikare pirsgirêk û çareseriyên herêmekê ji rêveberên wê herêmê baştir bizane. Têkiliyên rasterast ên bi gel re bi rêveberiyên herêmî eleqedar e. Ev derbasbûn ji bo kesên ku bi rastî li pirsgirêkên gel xwedî derdikevin, weke yek ji hêlên herî girîng ên têkoşîna demokrasiyê tê dîtin.”

Bikaranîn derfetên aborî yên şaredariyan

Semih Gumuş bi lêv kir ku sedemeke din a tayinkirina qeyûman ew e ku îktidar derfetên aboriyê yê şaredariyan ji xwe re bigire û wiha dewam kir:”Em behsa salên asayî û rêvebirina welat nakin. Ti eleqeya desthilatdariya AKP-MHP’ê bi demokrasiyê re nîne. Feraseteke îktidarê heye. Ev feraset jî bi îslamtiya siyasî û netewperweriya pir zêde, tê xwedîkirin. Ev jî dibe sedem ku em jiyaneke ku ev feraset terorîze dike, bijîn. Bi tayinkirina qeyûman mafê hilbijartinê yê gel ji dest tê girtin. Ev ne hiqûqî û zagonî ye. Ya rastî sûc tê kirin. Wekî sedem dibêjin, ‘Ev wekî rêbazek çareserkirina pirsgirêkê tê bikaranîn.’ Kîjan pirsgirêk? Beriya her tiştî çareseriya siyasî ya pirsgirêka Kurd asteng dikin. Têgihiştineke dewletê heye ku guh nade pêşniyar û ramanên dijberên xwe. Dewlet di çareserkirina pirsgirêka kurd de dibêje ‘yan ez an ne tu kes.’ Dewlet dibêje, ‘Hûn nikarin xwe bi rê ve bibin’. Wê demê piştre çima ev dewlet windakirina dengên xwe ya li bajarên kurdan qebûl nake ? Hewl dide tola xwe bi terora dewletê hilîne û weke dewamiya vê jî bi tayînkirina qeyûman jî tola xwe hilînin. Em vê yekê ji bîr nekin. Ev dewlet li Rojhilata Navîn dewleteke xurt e û pirsgirêkek vê dewletê ya navxweyî ya ku nikare serî pê derxe heye. Loma jî serî li tundiyê dide. Ew nikare rêyeke din a rêveberiyê bike, nizane. Yek ji sedema tayinkirina qeyûman ev e. Elbet sedemeke din a tayinkirina qeyûman ew e ku îktidar derfetên aboriyê yê şaredariyan ji xwe re bigire. Mînaka Esenyurtê jî ji bo vê yekê ne sedemeke girîng e. Wan ji xwe re gotine, ‘ çima çavkaniyên navçeyeke serjimara wê milyonek e ji partiyên mûxalefetê re bimîne? ‘ Elbet tayinkirina qeyûman a ji bo bajarên Mêrdîn, Êlih û Xelfetiyê jî em ji vê rewşê cuda nikarin binirxînin.”

‘Îktidar çavkaniyê ji navendê re dişîne’

Semîh Gumuş da zanîn îktidar çavkaniyên şaredariyan ji bo navenda xwe xerc dike û wiha pê de çû:”Îktidara siyasî nikare tehemula windakirina çavkaniyên xwe yên aborî bike. Ji ber ku pirsgirêkek cidî ya çavkaniya aborî heye. Helbet şaredarî ne çavkaniya aborî ya desthilatdariya siyasî ne, lê li gorî me rewş wiha ye. Dibe ku şaredarî ji ber kar û hiqûqa xwe xwedî çavkaniyên girîng bin. Ev îktidar dewsa ku çavkaniyên rêveberiyên herêmî ji bo herêmê xerc bike berovajî vê yekê rasterast ji navenda xwe re dişîne. Ev helwesteke îktidarê ya ji berê ye.”

‘Li dijî qeyûman têkoşîna yekbûyî divê’

Semîh Gumuş li dijî tayinkirina qeyûman bal bir ser têkoşîna hevpar û wiha got:”Ger tayînkirina qeyûman tunehesibandina demokrasiyê be, têkoşîna li dijî vê di tevahiya têkoşîna me de cihekî girîng digire. Li welat jiyan roj bi roj dijwartir dibe. Jiyaneke ku qanûn bi tevahî tê paşguhkirin, her wiha tundiya bêsînor a hikûmetê hene, ji bo serastkirina vê yekê jî têkoşînek dijwar hewce dike. Bi dîtina min însiyatîfên parçebûyî yên vê dewletê yên ji bo pêvajoya çareserî û înîsiyatîfê ne realîst in. Ji bo çareserkirina mafên siyasî û demokratîk û mafên hemwelatîbûna adil û wekhev ên gelê kurd gavên rasteqîn ên ku bên avêtin bêguman hêja ne. Lê ez bawer nakim ku ev hewldanên dawî di wî warî de bin. Têkoşîna ku were meşandin bi têkoşîna yekbûyî ya hemû hêzên gel ên vî welatî pêkan e. Ji bo vê jî divê em ji bîr nekin ku pişta muxalefetê hêzên çep, sosyalîst û şoreşger in. Hê jî hêzeke tevayî li wir nehatiye avakirin. Bi taybetî bi dîtina min pir girîng e ku Tifaqa Ked û Azadiyê berfireh û bihêztir bibe û di vî warî de gavên bileztir û bibiryar bên avêtin.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.