Talana qeyûm rê li xizmetê digire

Duşem 28 Tîrmeh 2025 - 02:55

Li Şaredariya Peyasê di dema qeyûm de bi tevahî 32 milkên negûhêzbar, bi awayek neqanûnî dewrî saziyên fermî an rêxistinên nêzî AKP'ê hatine kirin. Van kiryaran kapasîteya hilberandina xizmetê ya Şaredariya Peyasê qels kiriye.

Hate destnîşankirin ku gelek milkên negûhêzbar, ên Şaredariya Peyasê ji bo saziyên giştî, kesên taybet, an rêxistinên ku nêzî AKP'ê ne hatî veqetandin. Vê rewşê hewcedariyên civakî, çandî û aborî ji bo gel dijwartir kiriye.

Rêveberiya Şaredariya Peyasê ji bo milkên xwe cardin bixe bin xizmeta civakê serî li dadgehê da. Lê belê dadgehê di nava rojekê de ev daxwaza şaredariyê red kir. Li ser vê yekê şaredariyê careke din amedekariya serlêdana hiqûqî dike.

Li gorî tomarên Şaredariya Peyasê, dever û tesîsên ji bo sazî û rêxistinên giştî yên cûr bi cûr hatine veqetandin ev in: Komplekseke werzîşê, tevî yekane hola werzîşê ya hundirîn dane Midûriyeta Ciwanan û Sporê ya Bajêr, çar milk dane Wezareta Çand û Tûrîzmê, neh milk dane Wezareta Xezîneyê, sê milk dane Midûriyeta Perwerdehiyê ya Neteweyî ya Bajêr, qadeke tesîsên werzîşê jî dane TUGVA'yê, milkek dane Rêveberiya Giştî ya Saziya Goşt û Şîr, milkek dane Weqfa Alîkariya Civakî, milkek dane Qeymeqamtiya Navçeyê û yek jî dane Wezareta Karên Hundir.

Bi tevahî sî û du milk ji sazî yên din re hatine veqetandin an veguhestin, bi vî rengî kapasîteya xizmeta şaredariyê kêm bûye. Her wiha li gorî lêkolînên hatine kirin gelek milkên şaredariyê bi navbeynkariya saziyên fermî dewrî kesên taybet, an rêxistinên ku nêzî AKP'ê hatine kirin.

AW/AMED/LEZGÎN AKDENÎZ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.