Qeyûm protokola alîkariyê betal kir

Duşem 16 Hezîran 2025 - 03:00

Siyasetmedarên jin ên li Wanê diyar kirin ew ê li dij polîtîkayên qeyûman dengê xwe bilind bikin û wiha gotin: "Bi betalkirina protokolê re êriş bi dawî nebû, gelek destkeftiyên me yên di warê jinan de ji hêla qeyûm ve hatin desteserkirin."

Dengvedana tayînkirina qeyûman ku wekî êrişek li ser sîstema hevşaredariyê hatine çêkirin, dewam dike. Qeyûmê ku herî dawî ji bo Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê hatibû tayînkirin, pêşî destkeftiyên jinan hedef girt, saziyên ji bo jinan hatine vekirin girt û projeyên ku ji bo jinan dewam dikirin betal kir. Qeyûmê ku êrişên li ser jinan dewam kir, protokola alîkariya hiqûqî ya ji bo jinan ku di 29'ê Îlona 2024'an de ji hêla Baroya WanÊ û Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ve hatibû îmzekirin bi biryara parlementoyê bi hinceta "tedbîrên teserûfê" betal kir. Protokola ku bi armanca hêsankirina gihîştina hiqûqê ya ji bo jinên ku tundî li wan tên kirin, hatibû amadekirin, ji hêla qeyûm ve hate betalkirin.

Siyasetmedarên jin axivîn û behsa êrişên li hember destkeftiyên jinan kirin. 

Qeyûm protokola alîkariyê betal kir 

Endama Meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Evîn Karahan, diyar kir ku piştî ku Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li Wanê bi ser ket gelek xebatên jinan carek din hatin zindîkirin û destpêkirin û wiha bi lêv kir: "Yek ji xebatên me ji bo jinan protokola alîkariya hiqûqî bû ku bi Baroya Wanê re bi hev re hat îmzekirin. Mixabin, ev protokol ji hêla qeyûm ve hat betalkirin. Ev protokol protokolek bû ku ji bo hêsankirina gihîştina jinan a ji bo hiqûqê hatibû amadekirin. Bi betalkirina protokolê re êriş bi dawî nebû, gelek destkeftiyên me yên di warê jinan de ji hêla qeyûm ve hatin desteserkirin. Dibe ku qeyûm hatibin tayînkirin û gelek projeyên me hatibin betalkirin, lê em ê şaredariya alternatîf li her derê bidomînin. " 

JINNEWS/WAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.