Divê qeyûm bêne vekişandin
În 2 Gulan 2025 - 03:00
Hevşaredara Êlihê Gulistan Sonuk û Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Abdullah Zeydan diyar kirin ku ji bo pêvajo baş derbas bibe divê gavên erênî bên avêtin û dewlet dev ji polîtîkayên xwe yên qeyûman berde.
Di vê pêvajoyê de ku hevdîtinên li ser aştî û demokrasiyê careke din ketiye rojevê, hevşaredarên ku ji wezîfeyê hatin dûrxistin û qeyûm li şûna wan hate danîn, diyar kirin ku qeyûm destwerdaneke eşkere ya li îradeya gel e, lewma divê bêne vekişandin û dawî li bêhiqûqiyê bê anîn. Hevşaredaran gotin, divê nirxên demokratîk bêne parastin û rêveberiyên xwecihî ji aliyê nûnerên gel ên hilbijartî ve bêne meşandin.
Hevşaredara Êlihê Gulistan Sonuk û Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Abdullah Zeydan li ser pêvajoyê û tayinkirina qeyûman axivîn.
Divê gav bên avêtin
Hevşaredara Êlihê Gulistan Sonuk destnîşan kir ku di vê pêvajoyê de divê girtiyên nexweş bêne berdan û dawî li pêkanînên qeyûm bêne anîn. Gulistan Sonuk diyar kir ku civak xwedî li 'Banga Aştî û Civaka Demokratîk' derket û ragihand ku hevdîtinên bi partiyên desthilatdar û muxalefetê re hatin kirin cihê hêviyê ne, lê ji bo pêvajo bi rengekî samîmî bi pêş ve biçe divê hin gavên şênber bêne avêtin.
Divê qeyûm bêne vekişandin
Gulistan Sonuk destnîşan kir ku ji bo gel karibe bi hêvî û bawerî li pêvajoya aştiyê binihêre divê desthilatdarî di mijara vekişandina qeyûman de gavê biavêje û got, "Bi vî rengî aştiyeke ji dil û bi rûmet dikare bê avakirin. Avakirina aştî û civaka demokratîk bi desteserkirina îradeya gel nabe. Qeyûmên hatine tayînkirin divê tavilê bêne vekişandin û ev polîtîka bê terikandin."
Dawî li desteserkirina îradeyê bînin
Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Abdullah Zeydan kiryarên qeyûm bi zimanekî tund rexne kir û got, "Qeyûm tê wateya dizî û talanê. Qeyûm ziman, nasname û hişê bajaran tine dihesibîne. Ev kiryarên antî demokratîk divê tavilê bêne terikandin. Me li Wanê di nava 10 mehan de karê hêjayî 10 salan kir. Li dijî desteserkirina îradeyê em bi gel re li qadê kar dikin. Em ê ji cihê mayî, bi gelê xwe re li qadan bin."
ANF/AMED