Armanca qeyûman ne xizmet e

Şemî 31 Gulan 2025 - 03:00

Hevşaredara Sêrtê Sofya Algaş ku qeyûm tayînê şûna wê hat kirin, diyar kir ku qeyûm çawa hat 80 kes ji kar derxistin û got:"Hincet pêşkêş nekirin. Yekane sedema wan ev karker me girtibûn. Peymana me îmze kiribû betal kirin û yek nû îmze kirin. Ev êrîşek li hember mafê jinan bû."

Dewlet di salên dawî de bi qeyûmên tayînê şaredariyan dike, îradeya hilbijaran jî tune dike. Di 29’ê Çileyê de qeyûm tayînê şaredariya DEM Partiyê ya Sêrtê hat kirin û hevşaredara wê Sofya Alagaş ji peywirê hat girtin û der barê wê de bi îdiaya ‘endamtiya rêxistinê’ doz hat vekirin û  6 sal û 3 meh ceza hat birîn. 

Sofya Algaş der barê binpêkirinên mafan de axivî.

Gelek projeyên me hebûn

Sofya Alagaş daxuyakirin ku 4 meh in qeyûm tayînê şaredariyê bûye û got beriya qeyûm gelek projeyên wan yên ku bikin jiyanê hebûne. Sofya Alagaş wiha dirêjî dayê: “Yek ji van projeyan xizmeta veguhetsina bajar bû. Ji ber otobusên heyî pir kevn bûn û têr nedikirin. Bajar mezin dibe û hejmara otobusan kêm bû. Projeya me ya girtina 15 otobusan hebû. Piştî em hatin ser peywirê em li meclîsê geriyan. Bi biryara meclîsê me serlêdana krediyê li Bankaya Îller kir. Lê Bankaya Îller bersiv neda.”

Proje asten kirin 

Sofya Alagaş daxuyakirin ku hemû projeyên wan diketin ber astengiya burokrasiyê û wiha domand: “Piştî qeyûm hatin serlêdana me ya krediyê hat erêkirin. 14 otobusên nû anîn bajar. Qeyûm niha bi vê propaganda xwe dike. Me bi mehan ked da, me hewl da. Me serlêdan kir. Hewcedariyek ferz bû. Ji ber polîtîka qeyûman erê nekirin. Lê niha ji bo xwe dikin şov. Armanca qeyûman ne xizmet e. ”

Êrîşek li dij mafê jinan bû

Sofya Alagaş diyar kir ku qeyûm çawa hat 80 kes ji kar derxistin û got:"Hincet pêşkêş nekirin. Yekane sedema wan ev karker me girtibûn. Peymana me îmze kiribû betal kirin û yek nû îmze kirin. Ev êrîşek li hember mafê jinan bû."

JINNEWS/AMED/ŞEHRÎBAN ASLAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.