Encamên lîstikên YSK eşkere bûn
Sêşem 30 Gulan 2023 - 16:00
Desteya Bilind a Hilbijartinê ya Tirk (YSK) encamên dawî yên hilbijartina giştî ya 14’ê Gulanê, eşkere kirin û ji Rojnameya Fermî re şandin.
Serokê YSK´ê Ahmet Yener, da zanîn ku wan encamên teqez ên Hilbijartina Parlamenteriyê ya Giştî ya 28´an a di 14’ê Gulanê de, ji bo weşandinê ji Rojnameya Fermî re şandine.
Yener got, “Encamên teqez ên Hilbijartina Parlamenteriyê ya Giştî ya 28´an ji bo weşandinê ji Rojnameya Fermî re hatin şandin. Tevlibûna hilbijartinê ya li welat ji sedî 88.92 û ya derveyî welat jî ji sedî 53.80 ye. Tevlibûna giştî jî ji sedî 87.05 e. Di encama hilbijartinê de AKP’ê 268 parlamenter, Partiya Yenîden Refahê 5, MHP’ê 50, Partiya Çepên Kesk 61, TÎP’ê 4, CHP’ê 169 û ÎYÎP’ê 43 parlamenter bi dest xistin.”
ENQERE