Konsepta şerê taybet

Aslan ASLAN nivîsand —

Pêncşem 8 Hezîran 2023 - 00:24

Hilbijartina îsal careke din nîşanî me da ku eger gel bixwaze jî hin tişt hene û ne di destê wan de ne. Yanî bi ya wan nabe. Meseleya hilbijartinê jî bi vî rengî bû. Hêzên navnetewî îsbat kirin ku dema Erdogan a çûyînê nehatiye. Zêdetirî nîvê civaka Tirkiyê li dijî Erdogan derketin û nexwestin ew bibe serokomar. Civakê daxwaz dikir ku desthilatdariya Erdogan a 21 salan têk biçe. Lê hêzên cîhanî destûra vê yekê nedan. Ji bo ku Erdogan li ser desthilatdariyê bimîne çavê xwe li faşîzma Erdogan girtin.

Wê Erdogan heta demeke din jî ji bo xwe bi kar bînin. Erdogan ji wan re lazim e. Yekî wekî Erdogan li gorî daxwazên wan ên eskerî tevdigere. Bi sed hezaran çete û esker di bin fermana Erdogan de hene. Ku derê bixwaze dişîne wê derê. Wekî hêzeke veşartî ya NATO jî mirov dikare binirxîne. Jixwe merasîma Erdogan a piştî hilbijartinê jî nîşaneya vê yekê bû. Ji rayedarên NATO heta yên rojhilata navîn gelek kes li cem wî bûn. Hema bêje her kesî li gorî konsepta şer a Erdogan serê xwe tewandiye. Ji rayedarên berê yên AKP'ê heta gelek kesên nayê bîra mirovan jî li cem Erdogan bûn. NATO'yê ji Erdogan re got erê, ji ber ku Erdogan jî wê ji bo endamtiya Swêdê ya NATO bêje erê. Yek ji hêza sereke ya NATO jî dewleta Tirk e. Ango artêşa wê ye. Artêş jî di destê Erdogan de ye. Eger Erdogan çûbûya wê NATO nekarîbû wekî berê û li gorî dilê xwe artêşê xistiba bin kontrolê. Lewma jî her carê yekî wekî Erdogan ji wan re lazim e.

Erdogan di heman demê de li gorî konsepta şerê taybet a cîhanê tevdigere. Biryara çûyîn an jî mayîna Erdogan ne di destê wî de ye. Dikare bêje erê yan na, lê nikare li dijî biryaran derkeve. Tenê dikare serê xwe bitewîne. Li cîhanê konsepteke şerê taybet heye û her dewlet jî li gorî wê xwe dîzayn dike. Dewleta Tirk jî yek ji wan hêzên sereke ye. Kabîneya nû ya Erdogan jî li gorî wê hatiye amadekirin. Yên li pişt perdeyê êdî derketin pêşberî perdeyê. Yek ji wan Hakan Fîdan e.

Hakan Fîdan zêdetirî 13 salan serokatiya îstîxbarata Tirk kir. Ev demek gelekî dirêj e û yek ji zilamê sereke yê Erdogan e. Ev kes di heman demê de zilamê hêzên navnetewî ye jî. Çiqas biryar û kiryarên veşartî hebin tiliya wî têde heye. Komkujiyên ku li Ewrûpayê li dijî Kurdan pêk hatine û gelek kiryarên hovane bi destê wî çêbûn. Piştî 13 salan çi pêwîst hat dîtin ku wê derxînin pêş û di desteya wezîran de bi cih bikin ? Ev yek nîşan dide ku wê êdî konsepta şerê taybet eşkere were kirin. Mînaka Huda Par jî heye. Ango Hizbul-Kontra. Ev hêza çekdarî dehê salan li Kurdistanê welatparêz qetil kirin. Niha jî ev hêza kontra kete meclisê. Şeva hilbijartinê dema ku Erdogan derket ser dikê, serokê Huda Par'ê li kêleka wî bû. Ji Bahçeliyê nijadperest heta Sînan Oganê faşîst li kêleka Erdogan bûn. Erdogan di vê serdemê de çiqas çete û mafya hebin birin meclisê.

Ev yek nîşan dide ku serdema li pêşiya me wê reş û tarî be. Kesên beriya niha kiryarên qirêj dikirin êdî wê eşkere bikin. Tiştekî ku veşêrin nemaye. Çiqas kujer û çete hebin di desteya wezîran de bi cih kirin. Ev yek li hesabê hêzên navnetewî jî tê. Hêzên cîhanî naxwazin ku li Tirkiyê aramî hebe. Ew jî dixwazin her tim alozî hebe. Ji bo vê yekê jî çavê xwe li kiryarên faşîzan ên Erdogan digrin. Ji bo vê yekê destûr nedan ku hêzên demokrasiyê biserkevin. Ev yek pîlana konsepta şerê taybet e. Ji bo vê yekê jî em fêm dikin ku êdî dema Erdogan nehatiye ku biçe. Ji bo çûyîna Erdogan zemîneke demokrasiyê lazim e. Ev yek jî bi hevkariya hêzên navnetewî dibe. Kîjan demê ku ev atmosfer ava bibe wê demê Erdogan dikare biçe. Ew dem jî niha gelekî zahmet e. Di rewşa heyî de ji hêzên cîhanê re alozî û şer lazim e. Vê yekê jî bi Erdogan û yên wekî wî re bi rêve dibin.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.