Malbata Denîz Poyraz hesab pirsî

Yekşem 14 Gulan 2023 - 18:47

Dayik û bavê Denîz Poyraz dengên xwe da û wan paşê got, “Îro roja hesabpirsînê ye.”

Denîz Poyraz di 17’ê Hezîrana 2021’ê de li avahiya HDP’a Îzmîrê di êrişeke nijadperest a bi parastina dewleta Tirk de şehîd bûbû. Dayik û bavê wê Fehîme û Abdullîlah Poyraz dengên xwe li Izmîrê dan. Malbata Poyraz li Dibistana Navîn a Kemal Ataturk a li taxa Yenî ya navçeya Konaka Izmîrê dengên xwe dan. Fehîme Poyraz piştî dengdanê got, “Min ji bo aştî, edalet û demokrasiyê dengê xwe da. Ji bo me hemûyan bila aştî were. Min dengê xwe ji bo keça xwe Denîz da. Bila heqê Denîz li erdê nemîne. Îro roja hesabpirîsnê ye. Em ê bi ser bikevin.”

Abdullîlah Poyraz jî got, “Bila serketin a gelê Kurd û gelên bindest be. Me ji bo hesabpirsîna ji bo Denîzê dengê xwe da.”

IZMÎR 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.