Erdogan bû serokkomarê Tirkan Kurdan ew red kir

Duşem 29 Gulan 2023 - 16:00

  • Di dewra diduyan a hilbijartinên serokkomariya Tirkiyeyê de li bajarên Kurdan bi awayekî eşkere Erdogan hat redkirin. Li bajarên mezin ên ku Kurd li wan zêde ne jî Erdogan bi bin ket. Lê Tirkan Erdogan weke serokkomar hilbijart.

Di dewra duyemîn a hilbijartina serokkomariya Tirkiyeyê de rêjeyên herî kêm ên dengên Erdogan li bajarên Bakurê Kurdistanê bûn. Yanî Kurdan di hilbijartinê de eşkere Tayyip Erdogan red kir. Lê bajarên Tirkan bi pirranî dengê xwe da Erdogan.

Serokkomarê dewleta Tirk ê ji partiya AKP’ê Recep Tayyîp Erdogan di hilbijartina dewra duyemîn a serokkomariya Tirkiyeyê ya 28’ê Gulanê de careke din li Kurdistanê dengê xwe kêm kirin. Namzetê serokkomariyê yê muxalefetê Kemal Kiliçdaroglû deng zêdetir wergirtin.

Li Şirnex û Colemêrgê yên li ser sînorê herêmên Zap, Metîna û Avaşîn ên Herêma Federe a Kurdistanê, dewleta Tirk konsepta şer a sala 2015’an de xistibû meriyetê. Li van her du wîlayetan jî AKP-MHP´ê û namzetê wan Erdogan bi ser neket. Di dengên Erdogan de zêdebûn çênebûn, Kiliçdaroglû li Şirnexê sedî 76, li Colemêrgê jî sedî 72 deng wergirtin.
Li Amedê ku bûye navenda polîtîkayên zexta desthilata AKP’ê; Erdogan ji sedî 28,4´ê dengan wergirtin, Kiliçdaroglû jî sedî 71,6´ê dengan wergirt.

Li Mêrdînê Erdogan di hilbijartina 2018´an de jî sedî 34´ê dengan wrgirtibû. Di vê hilbijartinê de jî Erdogan heman rêjeya deng wergirt.

Li Êlihê rêjeya dengên Erdogan di sedî 32´yan de ma. Kiliçdaroglû jî li Mêrdînê sedî 65, li Êlîhê sedî 68´ê dengan wergirt.
Li Dêrsimê ku konsepta şer a AKP û polîtîkayên şerê taybet herî zêde lê hene, Erdogan di hilbijartinên 2018’an de ji sedî 18´ê dengan wergirtîbû, di hilbijartinên 28’ê Gulanê de ji sedî 17´ê dengan wergirt.

Kiliçdaroglu li Erdexanê ji sedî 57, li Qersê ji sedî 56, Îdirê ji sedî 66, Agirî ji sedî 65, Mûşê ji sedî 58, li Wan ji sedî 61, li Bedlîs ji sedî 50 û li Sêrtê ji sedî 55´ê dengan wergirt.

Kurdan Erdogan red kir

Hilbijêrên Kurd bi awayekî eşkere li bajarên mezin ên Tirkiyeyê yên weke Mêrsîn, Edene, Izmîr û Stenbolê jî kirin ku Kiliçdaroglu zora Erdogan bibe. Lê dengê Kurdan têra wê yekê nekir ku Erdogan têk biçe. ji ber wê mirov dikare eşkere bibêje, Erdogan ne serokkomarê Kurdan e, lê yêî Tirkan e. 

 

Erdogan êrişî Kurdan kir

Erdogan ê ku ji ber van encaman hêrsa wî rabû, dijminatiya xwe ya li dijî gelê kurd di axaftina xwe ya serketinê ya li Enqerê de veneşart.

Wî bal bire ser gotinên Kiliçdaroglu yên ji bo berdana girtiyên siyasî û got, “Wî çi dogot? Heger hûn dixwazin Selo (Selahattîn Demirtaş) ji hepsê derkeve, dengê xwe bidin min. Li devera ku heq û hiqûq heye, tu nikarî Selo li gorî dilê xwe xwe ji hepsê derxî”

Bi van gotinên wî re wî hişt ku xelkê hatiye lê guhdarî bike, sixêfan bike Kurdan û doza bidarvekirina Selahettîn Demirtaş bike. 

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.