Gel vîna xwe nîşan da

Duşem 22 Gulan 2023 - 14:35

  • Karayilan: Xwestin hêzên şoreşger tesfiye bikin, destketiyan ji holê rakin. Bi vî awayî gel bê rêxistin bihêlin, dest deynin ser îradeya gel û teslîm bigrin. Lê van hilbijartinan careke din nîşan da ku ew negihiştin encamê. 

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan derbarê hilbijartinên li Tirkiyê de bersiv da pirsên Radyoya Dengê Gel. 

Karayilan got, encama herî mezin û herî girîng a ku di hilbijartinên dawî de derketiye holê ew e ku pêkanînên rejîma AKP-MHP-Ergenekonê yên li hemberî gelê Kurdistanê negihiştine encamê û got, “Li dijî zextên faşîst hemûyan, girtin, komkujî, tecrîd û her cure êrişan; dîsa tevî hemû hewldanên dewletê û helbet hemû dizî û xapandinên ji bo ku gelê Kurd di van hilbijartinan de îradeya xwe nîşan nedin û nikaribin benda hilbijartinê jî derbas bikin, encama ku derketiye holê encameke bi rastî jî girîng e. Ji bo gelê me di warê parastina vîna xwe de serketinek e. Ev tê wateya ku li xwe, nasnameya xwe û pêşeroja xwe xwedî derdikeve. Tu kes nikare di vî warî de vîna civaka Kurdistanê bide sekinandin. Ev tişt careke din îspat bûye.

Pîlana Hilweşandinê têk çû

Encama herî mezin û herî girîng a ku di hilbijartinên dawî de derketiye holê ev e ku pêkanînên rejîma AKP-MHP-Ergenekonê ya li hemberî gelê Kurdistanê negihiştiye encamê. Encama herî mezin ev e. Weke ku tê zanîn ev 8 sal in tifaqa AKP-MHP-Ergenekonê li ser bingeha 'Pîlana Hilweşandinê' êrişî tevgera me, gelê me, nasname û destketiyên gelê me dike. Bi van êrişan dixwazin vîna gelê me bişkînin. Yanî dixwestin hêzên şoreşger tasfiye bikin, destketiyan ji holê rakin û bi belavkirina wan, gel bê rêxistin û bê îrade bikin. Niha van hilbijartinan de derket holê ku ev tişt pêk nehatiye. Ew di vê meseleyê de bi ser neketin.  

Em gelê xwe pîroz dikin

Gelê me vîna xwe nîşan da. Li dijî hemû zextên faşîst, girtin, komkujî, tecrîd û her cure êrişan; dîsa tevî hemû hewldanên dewletê û helbet hemû dizî û xapandinên ji bo ku gelê Kurd di van hilbijartinan de îradeya xwe nîşan nedin û nikaribin benda hilbijartinê jî derbas bikin, encama ku derketiye holê encameke bi rastî jî girîng e. Ji bo gelê me di warê parastina vîna xwe de serketinek e. Bi vê boneyê rêveberiya me gelê me û hemû kesên di vê serdemê de ked dane pîroz kir. Bi taybetî gelê me yê bi rûmet ên Botanê, gelê Şirnex û Colemêrgê û gelê Varto û Licê yên ku encamên bilind bi dest xistine, pîroz dikim. Di şexsê wan de ez hemû gelê me silav dikim û pîroz dikim. 

Divê li ser kêmasiyan rawestin

Ji aliyekî din ve bêguman, dibe ku di xebatan de kêmasî çêbûne. Dibe ku di şêwaza xebat, plansazkirin û diyarkirina namzetan de kêmasî hebin. Sazî û rêxistinên pêwendîdar li ser vê mijarê civîn li dar xistin û nêzîkatiyên xwe pêşkêş kirin. Bi rastî jî guncav bû û gotin ‘Me peyama gelê xwe wergirt; me kêmasiyên xwe tespît kir û em rexneya xwe didin.’ Xuyaye ku her kesî mesele fêm kiriye û di nêzîkatiyeke berpirsyar de ye. Yanî hem encam xurt e hem jî kêmasî hene. Bi qasî ku em têdigihîjin, li ser kêmasiyan tê sekinandin. Ya girîng ew e ku di vê çarçoveya ku ji niha û pê ve derdikeve holê de bi awayekî xurttir nêzikî wê bibe. Ji ber vê yekê divê ji niha û pê ve her kes bi berpirsyarî erkên xwe pêk bîne, bêtir xwerêxistin bike û divê tu kes ne li benda kesên din be, divê her kes xwe berpirsiyar bibîne. Bi vî awayî divê helwesteke şoreşger û demokratîk were avakirin. Divê gelê me êdî îradeya xwe bêhtir nîşan bide û bi helwesta xwe ya pir mezintir nehêle faşîzm bi ser bikeve û encamê bistîne. Ez di wê baweriyê de me ku li ser esasê vê encamê gelê me wê ji niha û pê ve jî bi awayekî gelekî xurttir û serkeftîtir bersiva pêwîst bide. 

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.