Zana, Dogan, Sincar û Beştaş

Luqman GULDIVÊ nivîsand —

Duşem 4 Îlon 2023 - 08:44

Li ber hev girtin ne illehî karekî baş e. Lewma ber bi encamên şaş ve jî dibe. Lê gava em weke nimûneyên dersgirtina ji dîrokê li meseleyê binihêrin, carinan karekî bivênevê ye ji bo civakan. Rexneyên di ser rêxistina giştî ya partiyên siyasî re gelekî tê kirin. Lê bi ya min, çend nimûneyên mirov karibe xweşik li nava dev û guhê mirovan bixe hene.

Mesela di destpêka salên 1990´î de çendek parlamenterên Kurd ketibûn parlamena dewleta Tirk a li Enqerê. Wan hewl dida dengê Kurdan bidin bihîstin. Hem li parlamenê û hem jî li derveyî wê, dengê wan û pê re jî yê Kurdan dihat bihîstin. Lê hîna doza girtina DEP´ê dewam dikir, 2 û 3´yê Adarê parlamena Tirk, mafê destnedanê yê 13 parlamenterên wê betal kiribû û 2´yê Adarê Orhan Dogan û Hatîp Dîcle gava ji parlamenê derketin, hatibûn girtin. Parlamenterê DEP´ê Mehmet Sîncar jî ji aliyê hêzên kontra yên dewleta Tirk ve li Batmanê 4´ê Îlona 1993´yan hatibû şehîdkirin. Ev hêzên kontra îro hevkarê AKP´ê ne û êdî li Enqereyê di qirkirina Kurdan de cihê xwe digirin.

Ha wan parlamenteran û nexasim jî Orhan Dogan, Mehmet Sîncar û Leyla Zana, kengî bûyerek dihat serê mirovan, diçûn cem wan ew tenê nedihiştin. Tîmên Taybet ên dewleta Tirk a dagirker li Nisêbînê mirov bê dadgeh û bê wicdan qetil dikirin, Leyla Zana diçû nav wan û bi wan re şîn digirt û bi wan re soz dida têkoşînê dewam bike. Ew dîmenên wê parlamentera degel mohra xwe li wan 3 - 4 salên siyaseta legal a Kurdan li Tirkiyeyê da.

Ez li vir behsa wê yekê nakim, ka Leyla Zana jîr û zana bû yan na, ka ew ji xelkê re xweşik dipeyivî yan na! Ka ew di warê îdeolojîk de li ku bû yan ne li ku bû! Ev hemû jî ne muhim in; bi Kurmanciya xelkê, di vê meseleya me de qîmetê van pirsan biqasî pîvazekî jî nîne. Lewma bi degeliya xwe û bi wêrekiya xwe ya ku timî diçû cem xelkê û di kêf û şahiyan de û di şîn û hewarê de, kir ku dîmenên wê ji bîra nifşekî qet neçin.

Niha em berê xwe didinê, dewleta Tirk ecêba tîne serê miletê me. Hejmara parlamenterên me ji salên 1990´î qat bi qat zêdetir e. Lê kesek li cem Îbrahîm Uzun nîne! Parlamentera Yeşil Sol Partiyê ya Erziromê, ya ku Kurdan bi zor û heft belayan, di bin zilmê de da hilbijartin, neçû gundê Îbrahîm Uzun, neçû cem dayik, xwişk û xizmên şehîd Tolhildan Tekman (kurê Îbrahîm Uzun, Yilmaz Uzun). Hê jî neçûye û ji ber wê bi hildana navê wê ez vê nivîsê dinivîsim û esas ji parlamenterên Yeşil Sol Partiyê hemûyan re jî dibêjim: heger hûn ê di hewarê de ne li cem Kurdan bin, hûn ê kengî li cem wan bin? Heger hûn ne yên hilgirtina vî barî ne, çima we xwest bibin parlamenter?

Nimûneyên erênî hene, hene. Parlamenterê Yeşil Sol Partiyê ji Kocaeliyê Omer faruk Gergerlioglu radibe, diçe serdana zarokê 11 salî yê panzera Tirkan li Şirnexê ew bi giranî birîdan kir, Tajdin Adal. Hê li nexweşxaneya li Batmanê, Gergerlioglu li cem zarokê birîndar e û li cem malbata wî ye. Ev siyaset e. Lazim e ev siyaseta Kurdan be. 

Di qutiyekê de bermahiyên cenazeyê Tolhildan Tekman îna bihurî dane dest bavê wî Îbrahîm Uzun. Ev cara sisiyan bû ku dewleta Tirk wisa dikir. Rûmeta Kurdan hemûyan binpê dikir, kerameta wan nedihişt û nûnerên siyaseta legal ên Kurdan bê deng in. Dengê xwe bikin jî naçin cihê hewarê, xelkê bi tenê dihêlin. Gelo çi muhimtir e ji wê yekê ku kerameta wê neyê hiştin? Çima hûn siyaseta bi rastî nakin? Çima gava tankan dora malekê girt, bi topan ew mal hilweşand, tê de mirov înfaz kirin, hûn ne li wir in? Çima hûn ne li cem Îbrahîm Uzun in? Ji nû ve avakirina herî muhim, bi ya min ji bo Yeşil Sol Parti wê bibe mihasebeyeke ku bersivê bide van pirsan. Yan na, heger wê di hewarê de jî ne li cem Kurdan be, ti maneya siyaseta legal ji bo Kurdan nîne. 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.