Navê rejîmê Tecrîd e

În 18 Tebax 2023 - 16:14

Berdevka Meclîsa Jinan a Partiya Çep a Kesk (Yeşil Sol Parti) Canan Çalagan got, "Tecrîda ku li Îmraliyê dest pê kir û belavî girtîgehan hemûyan bû, li vî welatî [Tirkiyeyê] veguheriye pergalekê.”

Berdevka Meclîsa Jinan a Partiya Çep a Kesk Canan Çalagan di civîna çapemeniyê ya li Navenda Giştî ya HDP'ê de rojev nirxand.

Çalagan da zanîn ku tecrîda li Îmraliyê çavkaniya qeyranan mezin e û got: “Me berê jî anîbû ziman, di bingehê vê qeyrana pirralî de polîtîkayên şer, şidet û tecrîdê hene. Tecrîda ku li Îmraliyê dest pê kir û ji wir jî li girtîgehan hemûyan belav bû, niha li vî welatî veguherî rejîmekê. Girtiyên siyasî li girtîgehan tevî ku cezayên wan bi dawî bûne jî bi awayekî derqanûnî tên girtin. Her roj binpêkirineke nû ya mafan li girtîgehan zêde dibe, êrişên li ser girtîgehan bi lez û bez dewam dikin. Helbet polîtîkayên tecrîdê ne tenê li girtîgehan, di heman demê de li derve jî mekanîzmayên zextê dewam dikin. Dayikên Şemiyê û Dayikên Aştiyê yên ku îro têkoşîna herî bi rûmet dimeşînin, di hedefa vê desthilatdariyê de ne. Dayikên Şemiyê ku her şemî li Meydana Galatasarayê li aqûbeta windakiriyan dipirsin, bi kelemçeyan tên destgîrkirin û êşkence li wan tê kirin. Dîsa li Colemêrgê Dayikên Aştiyê hê jî di nezaretê de ne. Em dibêjin, têkoşîna mafdar û bi rûmet a Dayikên Şemiyê ku dest ji pirsîna aqûbeta windakiriyên xwe bernadin û Dayikên Aştiyê ku li gel her cûre zext û polîtîkayên zordariyan jî dev ji gotina aştiyê bernadin, têkoşîna me ye. Heta winda bên dîtin û kiryar bên dadgehkirin, em ê ji têkoşîna xwe gavekê jî paş ve neavêjin. Em ê bi hev re aştiyeke bi rûmet bînin vî welatî."

 

Xeta têkoşînê diyar dikin

Çaglayan da zanîn ku Meclîsa Jinan a HDP’ê li bajar û navçeyan civînên jinan pêk anîne û wiha peyivî: “Ji bo berfirehkirina birêxistinbûn û hevgirtina jinan, em ê kîjan rê û rêbazan bi kar bînin, me nîqaşên giranbuha kirin. Bi awayekî vekirî me kêmasiyên dema bihurî bi mekanîzmayên rexne û xwerexnekirinê nirxandin û li ser çareseriya wan axivîn. Li ser esasê rexne û pêşniyazên van hevdîtinan me komxebatên navendî bi sernavên ‘Rêya 3’yemîn û Jin’ û ‘Mekanîzmaya Me Ya Birêxistinkirina Jinan’ li dar xistin. Bi nirxandin û pêşniyazên van civînan, em ê bi moral û motîvasyoneke mezin Konferansa Jinan a Navendî pêk bînin.

Di vê çarçoveyê de em ê di navbera 20-30’ê Tebaxê de li bajaran civînên xurt ên amadekariya konferansê li dar bixin. Piştre em ê di konferansa xwe ya mezin a jinan a 8-9’ê Îlonê de bi hev re xeta xwe ya têkoşînê ya serdema nû diyar bikin."

ENQERE

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.