Mal bi mal birêxistinkirin

Pêncşem 20 Tîrmeh 2023 - 15:45

  • Pêvajoya civînên gel a Partiya Çep a Kesk û HDP´ê li Kurdistanê dewam dike. Li Riha û Şirnexê xelkê tax û gundan rexne li betalkirina komîsyonan girt û xwest siyasetvan bêhtir biçin û guh bidin xelkê. 

Partiya Çep a Kesk û HDP´ê li Şirnexê tax bi tax û mal bi mal bi şev û roj civînên gel li dar dixin. Li Rihayê jî, welatiyên ku di civîna gel de axivîn, diyar kirin ku divê li tax û gundan komîsyon bên avakirin û got, "Divê em siyaseta Rêya Sêyem rast bimeşînin."

Partiya Çepên Kesk û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di çarçoveya xebatên ji nû ve avakirinê de pêr li navçeyên Cizîr, Silopiya û Qilebanê yên Şirnexê civînên gel li dar xistin. Ji bo van civînan li malan û li taxan bi xelkê re hatin cem hev.

Parlamenterên Partiya Çep a Kesk Mehmet Zekî Îrmez û Serhat Eren û rêveberên HDP’ê û Partiya Çep a Kesk li taxa Cumhuriyetê ya Cizîrê civîna gel li dar xistin.
Parlamenter Serhat Eren bal bire ser tecrîdê û astengkirina hevdîtinên li gel Rêber Abdullah Ocalan û got, “Piştî hevdîtinên bi birêz Ocalan re hatin astengkirin, konsepta êrişan ket dewrê. Êrişî Efrînê kirin. Doza girtinê li dijî HDP’ê vekirin. Tevî van êrişan û operasyonan jî Partiya Çep a Kesk di demeke kurt de beşdarî hilbijartinê bû. Bi qasî ku me xewst me nikaribû partiyê bidin nasîn. Di vir de kêmasiyên me çêbûn. Divê di hilbijartinê de me bêhtir pêşniyazên gelê xwe esas bigirta. Di vî warî de gelek kemasiyên me çêbûn.” 
 

Guh didin gel

Parlamentera Partiya Çep a Kesk a Şirnexê, Newroz Ûysal Aslan û rêveberên partiyan li navenda navçeyê civîna gel li dar xistin. Şandeya partiyan çû serdana malbatên Roboskî. Şandeyê li gundê Qalgê yê ser bi Qilebanê, civîna gel li dar xist. Di civînê de li pêşniyaz û rexneyên gel hat guhdarîkirin.

Rêveberên her du partiyan li Silopiyayê jî çûn serdana hin malan. 

 

Hîmê pêvajoya nû gotinên gel in

Civînên gel ên piştî hilbijartinê yên HDP û Partiya Çep a Kesk li Rihayê jî didomin. Li navçeya navendî Karakopru û gundê Komandê yê navçeya navendî Halîliyeyê, civînên gel hatin lidarxistin. Berdevka HDP'ê Ebrû Gunay, Parlementerê Partiya Çep a Kesk ê Rihayê Ferît Şenyaşar û endamê Lijneya Rêveber a Navendî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Farûk Tatli, rêveberên HDP, DBP û Partiya Çep a Kesk ên navçeyan û bajêr û welatî tevlî civîna li gundê Komandê bûn.

Ewilî Berdevka HDP'ê Ebrû Gunay got, "Me piştî hilbijartinê bi raya giştî re parve kir ku me pêvajoya rexnekirin û xwerexnekirinê daye destpêkirin. Pêşî me di nava xwe de civînên xwe çêkirin. Di axaftina beriya civînê de hat gotin, divê komîsynên taxan bên avakirin û pergala xebatê ya berê esas bê girtin. Em li vir gotinên we tomar dikin. Nirxandinên li vir hemû wê esas bên girtin. Em ê pêvajoya nû li ser vê ava bikin." 
 

Rastmeşandina Rêya Sêyem

Di civînê de welatiyekî got, divê komîsyonên taxan û gundan bên avakirin: "Tew divê komîsyonên me yên kuçeyan jî hebin. Berê komîsyon hebûn, lê wexta ev komîsyon hatin betalkirin, em jî bi paş ve çûn. Heger em birêxistinbûyîna xwe xurt nekin, em ê nikaribin bi ser bikevin. Divê em li hemberî pergalê wêrek bin. Divê her kes pêşî xwe rexne bike."

Welatiyan di civînê de got, destwerdana navendî nabe cihê serketinê: "Me bi tenê nehêlin. Pêdiviya me bi we heye. Timî werin serdana me."

Piştî wê, civîn li navçeya Karakopruyê hat lidarxistin. Parlementera Partiya Çep a Kesk a Rihayê, Dîlan Kûnt Ayan, rêveberên HDP, DBP û Partiya Çepên Kesk û şêniyên navçeyê tevlî civînê bûn. Di civînê de ji bo kesên di Şoreşa Rojavayê de jiyana xwe ji dest dane, rêz hat girtin. Welatiyan di civînê de got, "Divê em siyaseta Rêya Sêyem rast bimeşînin."

ŞIRNEX/RIHA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.