Em ê pergala serdest biguherin

Şemî 25 Mijdar 2023 - 00:37

DÎLAN BABAT / JINNEWS / ENQERE

Siyasetmedara Kurd Ayla Akat Ata ku li girtîgeha Jinan a Sîncanê girtiye û ji derveyê doza Kobanê ji ber têkoşîna jinan jî tê darizandin. Aylayê bi wesîleya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinan a Navneteweyî axivî. 

Aylayê bi wesîleya 25’ê Mijdarê xwişkên Mîrabel bi bîr anî û diyar kir ku bila 25’ê Mijdarê bibe wesîleya bilindkirina têkoşîn û piştevaniyê:“Em jinên ku bûne kirdeya tundiya darazê wê li dijî her cureyê tundiyê li her derê têbikoşin. Em li dîroka komara Tirkiyeyê binêrin, mekanîzmaya darazê bûye alava herî bi bandor a di têkoşîna li hember Kurdan. Dewlet me didarizîne, ev rastiyek e. Lê em neheqiyê derdixin holê û li aliyekî em wan didarizînin.”  

Yên biguherin jin in 

Aylayê axaftina xwe wiha berdewam kir:“Yên guherînê bikin jin in. Hemû serdest vê dizanin. Asta rêxistina jinên Kurd zîhniyeta serdest a mêr nerehet dike. Ji ber dizanin ku têkoşîna jinan vê serdestiyê dihejîne û pergalê serobino dike. Krîmînalîzekirin û hedefgirtina me jî ji ber vê ye.” Aylayê bal bire ser pergala bêcezahiştinê û got:“Ev polîtîkaya ji bilî sûcên siyasî û fikir û ramanê di hemû sûcan de tê destgirtin. Ev nîşan dide ku di pergala darazê de pirsgirêkek cidî heye. Li dijî vê ger ku em bixwazin encamekê bigirin divê em bên gel hev. Wekî din şansa me tune ye.”

Ew ê biser nekevin 

Aylayê bal bire ser yek ji xalên doza Kobanê û got di dozê de nêzîkatiyên dijminahiya jinê hene û wiha got:“Hedefa wan girtina partiya me û xeta azadiyê ya jinan e. Lê dîrok şahidê me ye. Ew bi ser neketin û wê bi ser nekevin.” Aylayê di peyama xwe ya 25’ê Mijdarê de wiha got:“Dilê min  li gel jin, xwişkên min ên ku piştevanî û têkoşînê mezin dikine ye. Dereng an jî zû wê vê pergala serdest a mêr biguherin. Em bawer dikin, em ê bi ser kevin. Jin jiyan azadî.” 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.