Qeyûm şantaja ferzkirinê ye

Sêşem 26 Mijdar 2024 - 02:25

Hevserokê DEM Partiyê yê Stenbolê Mûrat Kalmaz têkildarî tayinkirina qeyûman wiha got, "Piştî banga Birêz Ocalan yekser qeyûm tayîn kirin û hevdîtin qedexe kirin. Ev yek jî nîşan dide ku pêvajoyeke li gorî xwe, aştiyeke li gorî xwe ferz dikin. Qeyûm jî şantaja vê ferzkirinê ye."

Hevserokê DEM Partiyê yê Stenbolê Mûrat Kalmaz polîtîkayên qeyûm ên desthilatdariyê nirxandin kir. Mûrat Kalmaz anî ziman ku tayînkirina qeyûm li Şaredariya Esenyûrtê darbeyek li dijî 'lihevkirina bajêr' e û diyar kir ku êdî li rojava jî polîtîkaya qeyûm tê meşandin. 

CHP'ê têr nerazîbûn nîşan neda

Mûrat  Kalmaz ragihand ku CHP'ê nerazîbûneke têrker li hemberî qeyûm nîşan neda û got, "CHP di hilbijartinên dawî de bû partiya yekemîn a li vî welatî. Nerazîbûna hate nîşandan gelekî lawaz e. Bi têrkerî nerazîbûn nehate nîşandan. Tenê bi rexnekirinê nabe. Qeyûm li şaredariyekê hatiye danîn, qeyûm li partiya damezrînerê komarê hatiye danîn, lê belê sekneke têrker a dijber nehate nîşandan ku ev yek jî bû sedem ku desthilatdarî qeyûmên nû tayîn bike. Weke DEM Partî xeteke me ya têkoşînê heye. Em ê têkoşîna xwe dewam bikin. Li Esenyûrtê bi me hêzên ked, aştî û demokrasiyê re du hevdîtin pêk anîn. Di 8'ê Kanûnê de em ê mîtîngekê lidar bixin, yek ji mijarên bingehîn ên mîtîngê jî wê têkoşîna li dijî qeyûm be."

Qeyûm şantaja ferzkirinê ye

Hevserokê DEM Partiyê yê Stenbolê Mûrat Kalmaz herî dawî got, "Piştî banga Birêz Ocalan yekser qeyûm tayîn kirin û hevdîtin qedexe kirin. Ev yek jî nîşan dide ku pêvajoyeke li gorî xwe, aştiyeke li gorî xwe ferz dikin. Qeyûm jî şantaja vê ferzkirinê ye."

 ANF/STENBOL  

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.