Meclîsên gel ava bikin
Çarşem 19 Tîrmeh 2023 - 13:45
Partiya Çepên Kesk û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di çarçoveya civînên piştî hilbijartinan de bi dirûşma "jinû ve avakirinê" li Êlihê bi gel re tên cem hev. Di civînên gel ên li navenda bajêr û navçeyên Hezo, Sason, Qûbîn, Heskîf û Kercewsê de li rexneyên gel hatin guhdarkirin û pêvajoya nû wê çawa bê avakirin hatin nîqaşkirin. Di civînên ku gel bi girseyî tevlî bû, bi giranî li ser xurtkirina rêxistinê û berfirehkirina qadên têkoşînê nîqaş û pêşniyaz hatin kirin.
Lazim e Ocalan azad be
Di hevdîtinên li 5 navçeyan hatin kirin de yek ji peyamên girîng tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan e ku li Îmraliyê girtî ye û bi salan e agahî jê nayê girtin. Di civînên gel ên li taxên Kultur, Petrolkent û Hîlalê de xelkê diyar kir ku divê azad nekirina Rêber Abdullah Ocalan bê rexnekirin û rexnedayîn pêk bê. Kesekî di civînê de ji bo Rêber Abdullah Ocalan gotina "Wî gel ji nû ve şiyar kir” anî ziman û destnîşan kir ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan divê têkoşîn bê mezinkirin.
Di pêşniyazên hatin kirin de hat xwestin meclisên gel bên birêxistinkirin û dema biryar hatin girtin bi gel re biryar bên girtin.
Em ê partiya xwe biparêzin
Yek ji kesê ku beşdarî civîna gel bû Alî Atay jî diyar kir bi salan e di nava têkoşînê de ye û got ku kêmasiyên qewimîne ne tenê girêdayî partiyê ne. Atay destnîşan kir ku gel jî di însiyatîfa xwe de kêm maye. Atay tifaqa bi CHPê re rexne kir û got ku ji niha û pê ve ew ê zêdetir xwe bi rêxistin bikin û partiya xwe biparêzin.
Abdusselam Boran ê ku di sala 1993'yan de piştî şewitandina gundan ji navçeya Hezo ya Êlihê neçar ma koçî navenda bajêr bike, diyar kir ku berê jî di meclisên taxan de cih girtiye. Boran destnîşan kir ku meclisên taxan ji bo têkoşînê girîng in û got, wekî salên berê divê meclisên gel bên xurtkirin.
MA/ÊLIH