Demîrtaş dengê xwe da

Yekşem 14 Gulan 2023 - 18:53

Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş ê ku li Edîrneyê girtî ye, dengê xwe da û ev pirs kir: “Min dengê xwe da, gelo we jî da?”

Selahattîn Demîrtaş ji 4’ê Mijdara 2016’an ve li Girtîgeha Edîrneyê ya Tîpa F’yê girtî ye. Demîrtaş têkildarî hilbijartina Serokkomariyê û Heyama 28’emîn a Parlamenteriyê li ser hesabê xwe yê medya dîjîtal parvekirinek kir.

Demîrtaş wêneyekî xwe yê berê parve kir, yê ku dema dengê xwe dide jî parve kir û ev pirs kir: “Min dengê xwe da, gelo we jî da?” Bi wî awayî xelk teşwîq kir da ku dengê xwe bidin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.