Weşanên Dîpnot ragihand ku ew dê 25'ê vê mehê romana nû ya Selahattin Demirtaş bi navê "Jamal" belav bikin.
Dîpnot îro agahiyeke wisa belav kir, "Îro 10 avrêlê, rojbûna Selahattin Demirtaş e. Nivîskarê me ev 8.5 e girtî ye. Di rojbûna nivîskarê me de em agahiya romana nû ya nivîskarê me Jamal radigihînin."
Demirtaş heta niha bi navê "Seher", "Devran", "Leylan, "Efsun" û "Dad" li girtîgehê pirtûk nivîsandin û ew ji Dipnotê derketin. Hin ji van ji bo kurdî jî hatin wergerandin.
NAVENDA NÛÇEYAN