
Li Pirtûkxaneya Şilêr a bajarê Qamişloyê yê kantona Cizîrê pirtûka Cîger Efrîn a bi navê “Axîna Dilistan” ya ku ji sê beşan (Nixumandî, Gencîneya, Kengê Efrîn) pêk tê hat îmzekirin.
Di şahiyê de rewşenbîr, nivîskar, helbestvan, endamên Pirtûkxaneya Şilêr amade bibûn.
Çalakî bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir, piştre nivîskar Cîger Efrîn axivî û got: "Ev pirtûk ne tenê berhevokek ji rûpelên nivîskî ye; ew berhevoka hest û ramanên ku demek dirêj bi min re ne. Bi rêya wê, min hewl da ku pirsgirêkên mirovan vebêjim û pirsên ku bi rastiyê ve girêdayî ne û vexwînin ramanê bipirsim".
Di dawiya axaftinê xwe de Cîger Efrîn behsa beşên Axîna Dilistan kir û anî ziman ku: "Pirtûka Axîna Dilistan a bi awayekî destan hatiye nîvsandin û tê de behsa dîroka Kurdistanê ji destpêkê heta 1945ˊan de, beşa 2`yemîn behsa dîroka têkoşîna azadiyê û ya 3`ê yemîn behsa evîna Kurdan dike".
Piştre nivîskar helbestek xwe ya bi navê Sî Salî xwend. Di dawiyê de pirtûk hat îmzekirin û li beşdaran hat belavkirin.
Nivîskar Cîger Efrîn kî ye?
Cîger Efrîn li bajarê Şiyê ya bajarê Efrînê di 1971`an de ji dayik bûye. Di 1987 an de ji bajarê Helebê derdikeve û tevlî partiyeykê dibe, di sala 1992`an de dikeve zindanê de. Ji 11 saliya xwe dest bi nivîsê dike û nivîsên wî hemû li ser wêje, destan, helbest û dîrokê ne, 30 berhemên wî hene; 7 ji wan çapkirî ne.
ANHA















