
Her çendî Ahlam Ebu Assaf, rêveberek teqawid be jî tercîh dike ku xwe weke nivîskarekê bide nasîn. Ew nivîskara romanên bi navê “Koçberiya El-Avecîs”, “Roniyek li Çiyayên Enzir” û “Bilindbûna ber bi eşqê ve” ye.
Romana nivîskara Sûriyeyî Ahlam Ebu Assaf a bi navê “Tîbûna jinek”, rastiya jinên Ereb ên li gundewaran dijîn bi awayekî balkêş vedibêje. Di romanê de kevneşopiyên ku bi cih bûne, weke awayê şîdeta li dijî jinan di nava pergala malbatî û eşîrî de derdikevin pêşiya me. Jin weke helqeya herî qels di nava vê pergalê de tên dîtin.
Roman, bi vegotina xwe ya xwedî tecrubeya şexsî, nîşan dide ku jin çawa di nava pergaleke civakî de asê mane; çawa cihê wan hatiye tengirin û hebûn û biryarên wan weke ku mulkê malbatê bin tên dîtin.
Ahlam Ebu Assaf, di romana xwe de behsa kevneşopiyên ku hişmendî û awayê jiyana jinan çawa bi teşe kirine dike. Di romanê de behsa astengkirina xweîfadekirina jinan, nedîtina rola wan û girtina di bin otorîteya mêr de tê kirin. Vê rewşa ku di romanê de weke “bêavî” hatiye binavkirin; dibe temsîla hesreta ku ji bo azadî, nasîn û edaletê tê kişandin lewre kevneşopî, beriya bedena jinan, wijdanê wan hedef digrin û awayekî şîdeta ku nayê dîtin diafirînin. Bi riya karekterên jin ên romanê, xwîner, dibînin zanîn, perwerde û xebat çawa dibin dengê jinan û veguherîne amûrên berxwedanê ku bi saya wan dikarin çarenûsa xwe tayîn bikin.
Ahlam Ebu Assaf, diyar kir ku gelek jinên nivîskar, zilma civakî, fizîkî û derûnî ya ku li jinan tê kirin bi nivîsên xwe vedibêjin û rastiyê bi cesaret radighînin û got ku di van berheman de ne tenê zilma civakê û zagonan, zextên ku jin ji bo xwe bidin pejirandin dibînin jî tê destgirtin.
Ahlam Ebu Assaf bal kişand ku nivîsên jinan, îmgeyên jinan ên qalibgirtî yên bi wêjeya mêran tên ferzkirin vediguherînin û got ku di wan berheman de jin êdî qels an jî fîgurek ku ji rê derdixe nîn in, dijberî wê, weke kirdeyek ku pêşeroja xwe ava dike di wêjeyê de cih digrin.
Li gorî nivîskar, cudahiyên bingehîn di navbera jinên Ereb û femînîstên Rojava de hene û ev cudahî ne ji ber jinan, ji ber zextên çandî û civakî çêdibin. Wêjeya jinên Ereb; berxwedana li dijî pergalên civakî, şîdeta bi gotin û fizîkî, vederkirin û zagonên bê edalet ên ku mafên jinan nas nakin digre dest. Gelek caran, di bin astengiyên civakî de mijarên hesas tîne ziman lê wêjeya femînîst a Rojava, jinan weke kirdeya civakê pêşkêş dike; azadiya bedenî û zayendî bi awayekî vekirîtir digre dest û xwedî qadeke fireh a azadiya xweîfadekirinê ye. Her wiha ji ber tecrube, ger û derbaskirina rolên jinan ên di nava malê de bihêzkirina jinan digre dest.
Li gorî Ahlam Ebu Assaf zilma li dijî jinan, perçeyek ji pergala siyasî û civakî ya ku bûne yek e. Tabûyên kevin hem jinan hem jî mêran diçewisînin; lê mêrê ku ji aliyê civakê ve zextê dibîne, gelek caran zexta ku dibîne li hemberî jinan bi kar tîne û ev jî dibe sedem ku jin ji du aliyan ve zilmê bibîne.
Nivîskar, balê dikşîne ku otorîteya bav a baviksalar, awayekî zilmê ye, çareseriya vê jî bi hişmendiya jinan a di warê mafên xwe de ye. Her wiha diyar dike ku azadbûna jinan, azadbûna civakê ye lewre jineke xwedî hişmendî û rol, civakeke adil ava dike. Ahlam Ebu Assaf diyar dike ku tecrubeya wê ya jiyanê teşe didin nivîsên wê û wiha dibêje: “Nivîskar nikare bi tevahî ji tecrubeya xwe veqete. Bi taybetî ji ber ku jin di nava qadeke sînorkirî de dijî, tecrubeya wê ya şexsî di nivîsan de xwe dide der. Ji ber vê tecrubeya şexsî bingeha jidilbûna romanê ye.”
Ahlam Ebu Assaf dibêje ku li romana “Tîbûna jinek” şopên jiyana xwe zêde kiriye; bi taybetî behsa pêvajoya perwerdeyê ku tekane riya ku mirov di warê aborî de serbixwe bibe û rûmeta xwe biparêze kiriye. Her wiha diyar kir ku wê sehneyên hestiyar û mehrem bi zanîn nivîsandiye lewre dema ku jin ji aliyê hestiyarî ve were îhmalkirin, di warê derûnî de dikare tune bibe û got: “Jin bi hestên xwe dinivîsînin, mêr zêdetir bi aqilê xwe dinivîsînin ji ber vê romanên jinan kûrtir û bi bandortir in.”
NÛJINHA/SUWEYDA/ROŞÊL CANYOR












