Demîrtaş û Kavala berdin

Pêncşem 20 Hezîran 2024 - 00:05

Raportorê Tirkiyê yê Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewropayê Stefan Schennach ku bi rayedarên Tirk re rûniştî, diyar kir ku wî dengê xwe li dewleta Tirkiyê kiriye û ji rayedarên Tirk xwestiye ku,’’Bêyî ku bi derengî bikeve Demîrtaş û Kavala berdin.’’

Raportorê Tirkiyeyê yê Meclisa Parlamenteran a Konseya Ewropayê (MPKE) Stefan Schennach di navbera 11-14'ê Hezîranê de li Enqere û Stenbolê hevdîtin pêk anî. Raportorê Tirkiyeyê yê MPKE’yê yê ku siyasetmedarê ji Avûstûryayê ye Stefan Schennach, li ser pêkanîna biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) û berdewamkirina diyaloga bilind a bi Konseya Ewropayê re, bi rayedarên Tirk re hevdîtin kir.

Hevdîtin bi Demîrtaş û Kavala re 

Schennah der barê têkiliyên xwe yên 18'ê hezîranê de daxuyanî da û diyar kir ku di girtîgehê de bi karsaz Osman Kavala û Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê berê Selahattîn Demîrtaş re hevdîtin pêk aniye. 

Bi rayedarên Tirk re hevdîtin 

Li gor nûçeya BBC Tirkî, raportorê Awûstûryayî ragihandiye ku wî bi rayedarên Wezareta Derve û Wezareta Dadê re û her wiha bi endamên Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) ya Tirkiyê re hevdîtin pêk aniye. 

Bi derengî nexin 

Schennah di daxuyaniya xwe de got: "Di hevdîtinên xwe de yên bi rayedarên Tirk re, min bi bîr xist ku biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ya li Strasbourgê ye di nava Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê de erkeke qanûnî ye. Min ji rayedaran re got ku ji bo ku biryarên der barê Kavala û Demîrtaş de bên bicihanîn hemû tedbîrên xwe bêyî ku bi derengî bikeve bigirin. Ji bo vê yekê min bangeke xurt kir.”

Di rojeva Komîteya Wezîran de ye

Raportor bi bîr xist ku Osman Kavala ji cotmeha 2017'an û vir ve di girtîgehê de ye û DMME'yê ji bo berdana Kavala 2 biryar dane û got ku ew cezayê 42 sal cezayê girtîgehê yê di Doza Kobanê de li Demîrtaş hatiye birîn bi tundî şermezar kiriye. Raportor diyar kir ku çareseriya dosyayên Kavala û Demîrtaş di destê dadweriya Tirkiyeyê de ye û ji van her du dosyayên ku di rojeva Komîteya Wezîran de ne re çareseriyeke qanûnî dikare bê dîtin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.