Êdî retorîka ‘terorê’ bikêr nayê
Sêşem 27 Gulan 2025 - 03:45
- Endama Meclîsa Nûneran a Spanyayê Laûra Castel ku di heman demê de endama Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewropayê (PACE) ye diyar kir ku banga Rêber APO xwedî wateyeke dîrokî ye.
Piştî "Banga Aştî û Civaka Demokratîk" a Rêber APO û biryara feshkirina xebatên PKK'ê yên di Kongreya xwe ya 12’emîn de hat wergirtin, derbarê çareseriya pirsgirêka Kurd de di derdorên cuda de nîqaş didomin. Endama Meclîsa Nûneran a Spanyayê Laûra Castel ku di heman demê de endama Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewropayê (PACE) ye têkildarî geşedanên rojevê axivî û diyar kir ku ev banga Rêber APO xwedî wateyeke dîrokî ye. Laura Castel ev bang weke gaveke wêrek û rast pênase kir û got:"Ez dikarim bêjim ku gaveke gelekî wêrek a Birêz Ocalan e. Lê bêguman şert û mercên girtîgehê yên li Îmraliyê jî zêde ne baş in, ji ber ku ne azad e her tiştî bêje. Tevî vê yekê, li gorî min gelekî bi wêrekî hatiye avêtin, gaveke pêş ve hatiye avêtin." Laûra Castel bal kişand ser biryarên PKK’ê ku piştî banga Rêber APO hatine ragihandin û got:“Der barê pêvajoya aştiyê û polîtîkayên civakî de peyamên PKK’ê zelal in. Ez tenê dikarim vê erênî binirxînim. Ji ber ku li gorî min gavên ku hatine avêtin gavên wêrekî ne.”
Niha dora dewletê ye
Laûra Castel da zanîn ku niha dor hatiye Tirkiyeyê ku li hemberî gavên ji aliyê Kurdan ve hatine avêtin bikeve nava tevgerê û got:"Niha dem hatiye ku hikûmeta Tirk gav biavêje. Beriya her tiştî pêkanîna diyalogeke bi niyeteke baş û nîşandana dilgermiya hikûmeta Tirk a di vê mijarê de, dikare bibe gaveke girîng. Weke gava destpêkê divê Birêz Ocalan azad bibe û li şûna li girtîgehê karibe van nîqaşan rû bi rû di heman astê de bi rê ve bibe. Piştre, dibe ku reformeke di destûra bingehîn de bibe tiştekî baş. Çareserî çi dibe bila bibe, wê bixe nava qanûnan; qanih bike.”
Divê KE navbeynkar be
Laûra Castel anî ziman ku divê Konseya Ewropayê jî tevkariyê li pêvajoyê bike û got:"Her kes vê gavê weke gava destpêkê erênî dibîne. Niha, divê Konseya Ewropayê bibe organîzasyoneke ku dikare weke navbeynkar li gel vê pêvajoyê cih bigirin. Dibe ku niha dema vê yekê ye. Min ev pêşniyar jî kir, di civîna Heyeta Şopandinê ya li Rigayê de qala pêvajoya aştiyê, banga Birêz Ocalan û bêçekbûna PKK'ê kir."
Divê rayagiştî agahdar be
Castel anî ziman ku PKK bi salane bi retorîka 'terorê' hedef hatiye girtin û got:"Etîketkirina PKK'ê weke rêxistineke terorê ji bo hemû qalibê tarî yê ku ev çend sal in li ser tevgera Kurd hatiye xetimandin bûye pirsgirêk. Divê raya giştî ya navneteweyî bizanibe ku rastî çi ye. Ji ber ku eger gel bi rastiyê zanibe, wê bersivê bide. Bi perspektîfeke din, êdî dem hatiye ku em rave bikin bê Birêz Ocalan kî ye, tevgera Kurd çi ye, PKK çi ye.”
MA/HÎVDA ÇELEBÎ