Partiya Çep a Ewropayê ji bo 'Mafê Hêviyê' bang kir

Çarşem 10 Îlon 2025 - 15:20

  • Partiya Çep a Ewropayê ji bo naskirina 'Mafê Hêviyê' ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re nameyek ji Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê re şand û xwest, gavên bi biryar biavêje.

 

Serokê Giştî yê Partiya Çep a Ewropayê ku temsîla 26 partiyên çep ên welatên Yekîtiya Ewropayê dike Dr. Walter Baier ji Serokê Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê Dr. Ian Borg re nameyek şand.

Di nameyê de ji Serokê Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê hate xwestin, ku di mijara 'Mafê Hêviyê' de gavên bi biryar biavêje.

Her wiha işaret bi biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê hate kirin ku ji ber binpêkirina mafên Abdullah Ocalan gelek caran Tirkiye şermezar kiriye.

Serokê Partiya Çep a Ewropayê binpêkirina 'Mafê hêviyê' bi bîr xist û destnîşan kir ku ji bo bicihanîna van biryaran, bidawîkirina tecrîda li ser Abdullah Ocalan û avakirina mekanîzmayên berdanê yên gengaz, rûniştina 15'ê Îlonê firsendeke krîtîk e. NAVENDA NÛÇEYAN

 

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.