Sererastkirina mafê hêviyê divê

Pêncşem 10 Tîrmeh 2025 - 17:15

  • Parlamenterê DEM Partiyê Alî Bozan anî ziman ku heta biryarên DMME’yê bi cih neyên anîn qala demokratîkbûnê nikare bê kirin û got, “Ev biryar li gel Demîrtaş ji bo hemû siyasetmedarên HDP’yî yên têne darizandin gelekî girîng e.”

Parlamenterê DEM Partiyê Alî Bozan anî ziman ku biryara binpêkirinê ya dawî ya ku Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) têkildarî Selahattîn Demîrtaş da, ne tenê serlêdaneke şexsî her wiha bal kişand ser asta diyarker a krîtîk a atmosfera siyasî ya li Tirkiyeyê.

Bozan diyar kir ku çarçoveya biryara DMME’yê ne tenê li ser rewşa girtîhiştina Demîrtaş e, di heman demê de li ser pêvajoya Doza Kûmpasê ya Kobanê û zextên siyasî yên li ser siyasetmedarên HDP’yî xwedî tespîtên balkêş e. Bozan got, “Ev yek ne tenê biryareke têklidarî binpêkirineke şexsî ye. Ev biryar li gel Demîrtaş ji bo hemû siyasetmedarên HDP’yî yên têne darizandin gelekî girîng e. Bicihanîna biryarê êdî mecbûriyeteke.”

Bozan got, “DMME ne tenê binpêkirina azadiya şexsekî her wiha qala zextên siyasî yên kolektîf jî dike. Lewma ev biryar divê ji bo hemû dozên ku siyasetmedarên HDP’yî lê têne darizandin yekser derbasdar be. Eger ev biryar ji nedîtî ve bê ji aliyê hiqûqî û siyasî ve wê bibe sedema windabûna baweriyê ku telafiya wê zehmet e.”

Bozan rexne li Plana Çalakiyê ya Tirkiyeyê kir ku tê de ragihand ku di mijara ‘mafê hêviyê’ de wê guhertinan neke û diyar kir ku DMME’yê di biryarên xwe yên derbasbûyî de bal kişand ser vê rewşê û bang li Tirkiyeyê kir ku di vê mijarê de sererastkirinên qanûnî bike.

Bozan got, “Di çarçoveya nîqaşên pêvajoya çareseriyê ya nû de, mafê hêviyê gelekî krîtîk e. Di vê mijarê de îradeya siyasî ya Tirkiyeyê tê ceribandin.”  ANF/AMED  

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.