Êriş sabotekirina pêvajoyê ye

În 30 Çile 2026 - 03:42

Parlamentera Katalan Laura Castel, got ku yên li Rojava diqewimin sûcê mirovahiyê ne û wiha dewam kir: “Hikûmeta tê gotin 'hikumeta derbasbûnê' muzakereyan red dike û herêmên Kurdan bombe dike; ev parçeyeke stratejîya plankirî ya sabotekirina pêvajoyê ye.

Parlamentera Katalan a Meclisa Parlamenteran a Konseya Ewropayê (AKPM) Laura Castel, li ser êrîşên dagirkeriyê yên li ser Rojava û qetilkirina gelê Kurd ji rojnameger Huseyîn Elmali re nirxand.

Laura Castel, bûyerên li Kobanê wekî “wahşet” bi nav kir û wiha got: “Tiştên li Kobanê tên jiyîn bi temamî wahşetek e. Em bi gelê Kobanê û gelê Sûriyeyê re di nava hevgirtinekê de ne. Em ji aliyê hêzên rojavayî ve rewakirina hikûmeta derbasbûnê ya li Sûriyeyê pir xemgîn in. Soza piştgiriya aborî ya ji 600 milyon euro zêdetir a Yekîtiya Ewropayê û Komîsyona Ewropayê ji vê rêveberiyê re nayê pejirandin. Di heman demê de em dibînin ku Tirkiye van milîsên hov bi dron û çekên giran ve xwedî dike. Ev çek îro li dijî gelê Kurd tên bikaranîn.”

Laura Castel bang li civaka navnetewî kir û diyar kir ku bûyerên qewimîn sûcê mirovahiyê ne û wiha axivî: “Berdana girtiyên DAÎŞ’ê ji zîndanan, redkirina muzakereyê ji aliyê hikûmeta derbasbûnê ve û bombebarana herêmên Kurdan, mîna parçeyeke stratejîya plankirî ya sabotekirina pêvajoya aştiyê xuya dike. Ji ber vê yekê em daxwaz dikin ku tevî rola rayedarên Tirkiyeyê jî lêpirsîneke navnetewî û serbixwe li ser van hovîtiyan were kirin,.”

Laura Castel bal kişand ser endamtiya Tirkiyeyê ya li Konseya Ewropayê û wiha domand: “Tirkiye endamê tam ê Konseya Ewropayê ye û ji ber vê yekê berpirsiyariyeke tam li hemberî mafên mirovan, demokrasî û serweriya hiqûqê digire ser xwe. Divê dewleteke ku van peywiran pêk nayîne, hebûna xwe di vê rêxistinê de bi awayekî cidî bê lêpirsînkirin. Me wekî koma siyasî gelek caran li ser Kobanê û siyasetmedarên Kurd ên li Tirkiyeyê girtî bang kiriye.”

ANF/NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.