Gel Ocalan weke rêber ragihand

Duşem 8 Çile 2024 - 16:21

Siyasetvan Selahattîn Demîrtaş di Doza Kobanê de parastina xwe dewam kir û got, “Mijara nîqaş û rexneyên siyasî ye, bê ka kes ji hêla gel ve weke rêber tê qebûlkirin yan na. Lê mijara dadgehkirinê nîne. Ne ez, bi milyonan kesan Ocalan weke rêberê gel ragihand.”

Doza Kobanê ku bi hinceta çalakiyên protestoyî yên di navbera 6-8’ê Cotmeha 2014’an de yên li dijî êrişên DAIŞ’ê yên bi ser Kobanêd e hatiye vekirin, li Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê ya 22’yemîn û li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê dewam kir. Di Dozê de 108 kes tên dadgehkirin, di nava wan de, Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş û endamên Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) jî hene. Ji van 108 kesan 18 girtî tên dadgehkirin.

Di rûniştina doh de Selahattin Demîrtaş parastina xwe dweam kir û got, “Gelo ji bo Abdullah Ocalan gotina ‘Birêz Rêberê Gelê Kurd’ çawa dibe pesndayîna sûcdar; em vê nîqaş bikin. Kesek çawa ji hêla gelekî ve weke rêber tê qebûlkirin, ev mijar mijara rexne û nîqaşên siyasî ye. Mijara dadgehkirinê nîne. Ne ez, bi milyonan kes Ocalan weke rêberê xwe ragihandin. Dayîna pesnê Abdullah Alpdogan ku Komkujiya Dêrsimê birêxistin kiriye, pesindayîna sûc û sûcdar e. Dayîna pesnê Topal Osman, pesindayîna sûc û sûcdarê tetikkêş e. Dema em di van axaftinên xwe de dibêjin Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, gelo em çi dibêjin; em xwedî li hewldanên ji bo aştiyê derdikevin. Ji sala 93’yan be Ocalan ji bo aştiyê hewl dide. Li derve dewletê weke muxatab qebûl dikir û dema bi rayedarên dewletê re hevdîtin dikir jî weke ‘Birêz Ocalan’ xîtabî wî dikirin. Em qala kesekî wiha dikin. Li Tirkiyeyê çandeke lînçkirinê ya pirr xerîb bi pêş ketiye. Her ku em dibêjin birêz Ocalan, em li her kesî ferz nakin ku vê qebûl bike û dozger jî nikare vê mijarê bike mijara sûc. Navê Esat Oktay Yildirin li dibistanekê kirin. Herî zêde dikare rexne li me jî were kirin ku em jî dikarin bersivê bidin. Heke dozger di vê fezlekeyê de bikeve pey wê, bê ka Ocalan Rêberê Gelê Kurd e yan na, wê demê divê rapora kesê pispor bîne. Di vê mijarê de bi milyonan kesan daxwazname nivîsand û di arşîvên Meclisê de hene. Yê ku Abdullah Ocalan weke Rêberê Gelê Kurd ragihandî ne ez im. Ne min, bi milyonan kesan Abdullah Ocalan weke Rêberê Gel ragihand. Bi milyonan kesan bi dehan caran kampanyaya ‘bi wî re hevdîtinê bikin û pirsgirêka me çareser bikin’ dan destpêkirin. Bûyereke travmayî ye ku dozger û dadgeh vê mijarê dikin mijara sûc.

Niha hinek kes dibêjin ya ‘Demîrtaş dibêje kurd û Kurdistan.’ Ne cara ewilî ye ku ez dibêjim kurd û Kurdistan. Ji ber ku min gotiye Kurdistan, lewma îro li vir têm dadgehkirin.”

ENQERE

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.