Cerdevanan ji bo AKP´ê êrişî hilbijartinê kir

Yekşem 14 Gulan 2023 - 19:28

Li gelek bajarên bakurê Kurdistanê, di hilbijartina doh de cerdevanan ji bo AKP´ê êrişê hilbijartinê û hilbijêran kir. Wan li gelek deveran qanûnên hilbijartinê binpê kirin.    Sercerdevan Şehmûs Babat û zarokên wî li Sêgirka ser bi Qilabanê, li peywirdarên sindoqan ên Partiya Çep a Kesk xistin û Serokê AKP’a Nisêbînê Latîf Ozel jî tevî parazvanên xwe yên çekdar, zext li peywirdarên sindoqan kir.

Serokê AKP’a Nisêbînê li Dibistana Amadehî ya Suleyman Bolunmez a Nisêbînê tevî parazvanên xwe yên çekdar xwest, zextê li peywirdarên sindoqan bike. Li ser vê yekê serokê sindoqan û peywirdarên sindoqan agahî da parêzeran. Parêzer hatin cihê bûyerê û girtename nivîsîn.

Li Dibistana Seretayî ya Feyzîr Turkerî ya bajarokê Sêgirkê yê ser bi Qilebana Şirnexê jî kurê sercerdevanê berê Şehmûs Babat, Metîn Babat jî dengê xwe vekirî da. Li ser vê yekê peywirdarên Partiya Çep a Kesk nerazîbûn nîşan da. Lê Babat û kurên wî Metîn Babat û Omer Babat jî êrişî peywirdaran kir, li wan xist û heqaret li wan kirin. 

Bi tivingê kete dibistanê

Li Dibistana Seretayî ya 14 Nîsanê ya li Taxa Mûrat a navçeya Giyadîn a Agiriyê, cerdevanek bi tifingê kete dibistanê. Li ser îtîrazan, ji dibistanê hate derxistin. Cerdevanê ku ewilî kete polan û li korîdorên dibistanê bi tifingê digeriya, demekê piştre derbasî odeya mamosteyan bû û çay vexwar. Li ser îtîraza wezîfedarên Partiya Çep a Kesk, polêsan cerdevan ji dibistanê derxist.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.