Divê êdî dewlet bi berpirsyariyê rabe
Çarşem 23 Tîrmeh 2025 - 03:40
Piştî gavên ku bi banga Rêber Apo hatin avêtin, ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd û rêveçûna erênî ya pêvajoyê wê li Meclîsê komîsyon bê avakirin. Ji bo avakirina komîsyonek bi beşdariya hemû partiyên siyasî gava destpêkê hate avêtin. DEM Partiyê ji bo komîsyonê Hevberdevka HDK’ê û Parlamentera Erzîromê Meral Daniş Beştaş, Parlamenterê Antalyayê Sarûhan Olûç û Parlamenterê Stenbolê Cengîz Çîçek destnîşan kir.
Parlamenterê Rihayê yê DEM Partiyê Ferît Şenyaşar li ser karên komîsyonê ji ANF’ê re axivî û got:“Bi silavdayina 1’ê Cotmehê re li Tirkiyeyê pêvajoyeke nû destpê kir. Piştre di 27’ê Sibatê de Rêberê Gelê Kurd perspektîfek weşand. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan got, ‘Em alîgirê aştiyê ne, PKK alîgirê aştiyê ye, gelê min li min guhdarî dike’. Bi merasîma şewitandina çekan a dawî re gelê Kurd ji tevahiya cîhanê re ragihand ku di vê pêvajoyê û aştiyê de bi biryar e. Pêvajo êdî li benda dewlet û hikumetê ye.”
Divê dewlet bersivê bide daxwazên gel
Şenyaşar destnîşan kir ku gelê Kurd bi rengekî cidî xwedî li pêvajoya aştiyê derdikeve û got:“Li çar aliyên Tirkiye û Kurdistanê em bi gel re dicivin. Hewl didin qala vê pêvajoyê bikin. Gelê Kurd û rêberê wan hemû gavên pêwîst ên ji bo pêvajoya aştiyê avêtin. Cîhan jî van gavan dişopîne.”
Şenyaşar anî ziman ku dewlet di vê mijarê de giran tevdigere, ev yek hem li nava civakê hem jî li gel wan dibe sedema fikaran û got:“Ev aştî wê bi rê û rêbazekê pêk were. Divê êdî dewlet bi berpirsyariyê rabe. Bi gavên şênber wê pêvajoya aştiyê hîn bi pêş ve biçe. Bi gavên hiqûqî û demokratîk aştî dikare bi pêş ve biçe. Nêzîkatiyeke neyînî ya dewletê di vê mijarê de nîne. Em xwedî daxwazên mafdar in. Em ketin nava pêvajoyeke welê ku êdî ne gotin, pêwîstî bi avêtina gavên şênber heye. Gel xwedî bendewariyeke cidî ye.”
Şenyaşar bal kişand ser karên komîsyonê ku têkildarî pêvajoya çareseriyê wê li meclîsê bê avakirin û got:“Ji bilî ÎYÎ Partî hemû partiyên siyasî diyar kirin ku wê tevkariyê li vê pêvajoyê bikin. Di nava hefteya bê de eger pirsgirêkek rû nede wê amadekariyên komîsyonê biqedin û komîsyon dest bi kar bike. Bi komîsyonê re wê pêvajo fermî bibe. Komîsyona li meclîsê bê avakirin wê derî li çareseriyê veke. Tevgera Kurd û Rêberê wê ji bo aştiyê ya divê bê kirin hemû kir. Pêvajoya ji niha û pê ve ew e ku li ser zemîna destûra bingehîn bi rêyên hiqûqî çareseriya demokratîk ji pirsgirêkê re bê dîtin. Komîsyon ji bo jiholêrakirina sedemên pirsgirêkê wê li qadeke berfireh bixebite.”
ANF/RIHA