Têkoşînê zor li dewleta Tirk kir

Sêşem 18 Cotmeh 2022 - 04:32

EMRULLAH ACAR/MA/RIHA

 

Parêzer Hidayet Enmek anî ziman ku 4 sal û 4 mehan piştî komkujiya li dijî malbata Şenyaşar, îdîanameya der barê dosyaya "Nexweşxaneyê", di encama têkoşîna malbatê de ye û got, divê Îbrahim Halîl Yildiz ê AKP'yî wekî bersûc di dosyayê de cih bigire. 

Parlamenterê AKP'ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz, di 14'ê Hezîrana 2018'an de li navçeya Rihayê Pirsûsê çûbû dikana malbata Şenyaşar û parêzvan û xizmên wî êrişî malbata Şenyaşar kirin. Li Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê ya ku birîndar rakirinê jî êrişê dewam kir. Hacî Esvet Şenyaşar û lawên wî Adil û Celal Şenyaşar li ber çavê Emîne Şenyaşar hatin qetilkirin.

Lêpirsîna derbarê bûyerê de du dosyayên cuda wekî "dikanê " û "nexweşxaneyê" hatin veqetandin. Di doza ku derbarê dosyaya dikanê de hat vekirin de 37 sal û 9 meh cezayê girtîgehê li Fadil Şenyaşar û 18 sal cezayê girtîgehê li birayê parlamenterê AKP'ê Yildiz, Enver Yildiz hat birrîn. Di dosyaya “nexweşxane”yê de 4 sal û 4 mehan piştî komkujiyê, lêpirsîn hat temamkirin û derbarê qetlîamê de îdîaname hat amadekirin. Di îdianameyê de ji bo 14 kesên ku di nav wan de birayê parlamenterê AKP’yî Yildiz, Celal Yildiz jî heye, ji ber qetilkirina Hecî Esvet Şenyaşar û kurê wî Adil Şenyaşar 2 cezayê heta hetayê û ji ber hewldana kuştina Ferît û Mehmet Şenyaşar jî heta 336 salan cezayê girtîgehê hat xwestin. Di îdianameyê de ji bo 5 kesên ku bi îdîaya qeydên kameraya nexweşxaneyê dizîne, heta 125 salan cezayê girtîgehê hat xwestin. 

Di îdianameyê de der barê Parlamenterê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz de ku di îfadeyên xwe de diyar kiribûn, di dema komkujiyê de li nexweşxaneyê ye, ti sûc nehatiye arastekirin. Nayê zanîn ka îfadeya Yildiz di çarçoveya lêpirsînê de hatiye girtin yan nehatiye girtin û derbarê wî de fezleke hatiye amadekirin yan na. 

Xebera parêzeran bi dosyayê nexistin

Ji parêzerên malbata Şenyaşar Hîdayet Enmek îdianame nirxand. Enmek bi bîr xist ku biryara veşartîbûnê ya derbarê dosyeya nexweşxaneyê de ev 4 sal û 4 meh in tê parastin û diyar kir ku îtîrazên parêzerên malbatê hatine redkirin: "Nepenîtiya dosyayê beriya biryara derbarê miracaeta me ya ji ber binpêkirina mafê darizandina adîl li Dadgeha Destûra Bingehîn [a Tirk] kiribû, hat rakirin. Lê belê em ji Ajansa Anadolûyê (AA) hîn bûn ku dosye hatiye vekirin û îdianame hatiye amadekirin. Hîn ji me re îdianame nehatiye ragihandin. Binpêkirina mafê dadgehkirina adil hê jî didome. Mexdûrên dosyeyê û me parêzerên wan, heta îro nekarî ti belge û agahiyê bi dest bixin.”

Kujerê esas rehet e

Parêzer Enmek da zanîn ku di îdianameyê de derbarê parlamenter Îbrahim Halîl Yildiz ê AKP’yî de yê ku aktorê sereke yê bûyerê bû, ti belgeyeke agahiyê nîne: “Parlamenterê AKP’ê Yildiz di îdianameyê de wekî bersûc nehat dîtin. Divê di vê dosyayê de Yildiz wek bersûc bihata dîtin. Şêwirmendê Yildiz, Mustafa Amaç di îfadeya xwe ya wek gumanbar de diyar kir ku ji destpêkê heta dawiya bûyerê bi hev re bûne. Dozger bi îdiaya ‘kuştina bi qestî’ 2 cezayê muebedê ji bo şêwirmendê Yildiz xwest, lê belê derbarê parêzer de tu tedbîr nehatine girtin."

Têkoşîn didome 

Enmek got, agahî û belgeyên di îdianameyê de agahî û belgeyên 14'ê Hezîrana 2018'an hatine berhevkirin: “Di ser komkujiyê re 4 sal û 4 meh derbas bûn. Ji xeynî agahî û belgeyên ku wê demê hatine bidestxistin, tenê îfadeyên bersûcan ên 23’ê Nîsan û 17’ê Gulana 2022’yan hene. Ew lêpirsînek bi kêfî dirêj bû. Nobeta Edaletê ya ku dayê Emîne Şenyaşar û Ferît Şenyaşar li ber Edliyeya Rihayê girt, piştî 4 sal û 4 mehan di veguherandina dosyeyê de kedek mezin bû. Dema ku malbatê di 9’ê Adara 2021’an de dest bi Nobeta Edaletê kir, du daxwazan ragihandin. Malbat dixwaze lawê wan Fadil Şenyaşar bê berdan û biryara veşarî ya li ser dosyeya nexweşxaneyê bê berdan. Lê mixabin hê jî Fadil Şenyaşar girtî ye. Malbatê gelek caran diyar kir ku heta Fadil Şenyaşar neyê berdan ew ê Nobeta Edaletê bi dawî neke. Malbat di têkoşîna edaletê de bi biryar e. Girîngî bi hestiyariya raya giştî heye û bila her kes piştevaniya malbatê bike.” 

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.