‘Çi bikin bila bikin ez ê ji vir ranebim’

Pêncşem 22 Kanûn 2022 - 01:05

Malbata Şenyaşar ku ji bo xwe xizmên xwe yên hatî qetîlkirin 654 roj in di Nobeta Edalatê de ye, doh pirsa "Hikumeta çima kujeran diparêze?" kir.

Doh malbat ji mala xwe ya li navçeya Pirsûsê hate ber deriyê edliyeyê. Ji ber careke din cihê nobeta wan bi wesayîtên fermî hatibû girtin, pankarta li ser “edalet” dinivîse di destê xwe de girtin û li ber deriyê edliyeyê dest bi nobeta xwe kirin.

Emîne Şenyaşar got, heta kurê wê bernedin wê dest ji Nobeta Edalatê bernede wiha peyivî: “ Bila kurê min berdin ku em jî biçin mala xwe. Ma wijdana vê hikumetê nîne? Di nava dikanê de gule li kurê min reşandin. Malbata min li nexweşxaneyê kuştin. Bila kesên ku kurê min û hevjînê min qetilkirin bên girtin. Çi bikin bila bikin ez ê ji vir ranebim.”

Emîne Şenyaşar da zanîn ku kurê wê Fadil Şenyaşar 5 sal in di hucreyeke yek kesî de tên ragirtin û wiha berdewam kir: “3 canên min kuştin, qet nebe bila kurê min berdin. Çima kesên malbata min qetilkirin nagirin. Em daxwaza edaletê dikin ceza li me dibirin. Ma dîn û îmana vê hikumetê nîne?”

RIHA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.