Li Fuarê jî doza edaletê kirin

Şemî 10 Kanûn 2022 - 03:49

Malbata Şenyaşar, nobet xwe ya edaletê li Fûara Pirtûkan a Rihayê ya 5’an dewam kir.

Li navçeya Pirsûsê ya Rihayê di 14’ê Hezîrana 2018’an de parêzvan û xizmên parlementerê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz hevjîn û du kurê Emîne Şenyaşarê qetil kiribûm. Emîne Şenyaşar tevî kurê xwe Ferît Şenyaşar ê di êrîşê de birîndar bûyî, 9’ê Adara 2021’ê li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi Nobeta Edaletê kiribû. Nobeta malbatê di roja 642’yan de didome. Malbatê nobeta xwe ya edaletê doh li Fûara Pirtûkan a Rihayê ya 5’an dewam kir.

Alî Orûç li ser çîroka malbatê pirtûka bi navê ‘Edalet’ nivîsandibû. Pankarta ‘Ji bo malbata Şenyaşar edalet’ li dezgeha pirtûkê hate danîn. Ferît Şenyaşar li vir axivî û got, “Ji ber ku parlamenterekî partiya desthilatdariyê ev qetlîam kiriye, darizandineke adilane pêk nehat. Ev 2 sal in edalet pêk nehat, em edaletê dixwazin. Îro jî em bi pirtûka ‘Edalet’ê li Fûara Pirtûkan a Rihayê ne. Em ê li her derê qala vê bêedaletiyê bikin.”

RIHA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.