Bi wesayîtan malbata Şenyaşar nexuya dikin

Pêncşem 8 Kanûn 2022 - 00:28

Dewleta Tirk bi wesayîtan pêşî li pankartên malbata Şenyaşar girt. Malbata Şenyaşar ji 9´ê Adara 2021´ê ve ji bo edaletê li ber xwe dide. 

Li navçeya Rihayê Pirsûsê, di 14'ê Hezîrana 2018'an de hevser û du kurên Emîne Şenyaşar ji aliyê xizmên wekîlê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin. Ew jî tevî kurê xwe Ferît Şenyaşar ê di heman êrişê de birîndar bûbû, ji 9'ê Adara 2021'ê ve li ber Edliyeya Rihayê bi daxwaza edaletê nobetê digire. Îro roja 639'an a çalakiyê ye. Lê belê dewleta Tirk pêşiya pankartên Emîne û Ferît Şenyaşar ên li ber edliyeyê, ev hefteyeke bi wesayîtên bi plaqeyên fermî digire.

Ferît Şenyaşar diyar kir ku serdozger li şûna ku edaletê bi cih bîne, ji bo pankart neyên dîtin, hem li aliyê rastê hem jî aliyê çepê ve li cihê pankartê wesayît bi cih kirine. Wî got, "Em mafdar in. Têkoşîna me di rojeva meclîsê de ye, heta ku ev neheqî bi dawî nebe, em ê ji ber edliyeyê neçin. Em ji serdozger re dibêjin, hûn nikarin ser tavê bigirin. Bi danîna wesayîtên xwe hûn ê nikaribin têkoşîna me asteng bikin."

RIHA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.