Insan li dijî vê zilmê bêdeng namîne
Çarşem 12 Cotmeh 2022 - 04:08
Dayê Emîne Şenyaşar di çalakiya Nobeta Edaletê de got, kesê ji xwe re dibêje mirov, nikare li hemberî zilma li pêşiya edliyeyê, bêdeng bimîne. Wê wiha bang li wezîrê dadê yê Tirk kir: “Ma em weke ku kesek nemiribe tevbigerin?”
Xizm û parastvanên parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê Hezîrana 2018’an de li navçeya Pirsûs a ser bi Rihayê, êrişî dikana malbata Şenyaşar kir. Di encama êrişê de hevjîn û du kurên dayika Emîne Şenyaşar hatin qetilkirin. Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar ji bo kujer bên girtin û dadgehkirin, di 9’ê Adara 2021’ê de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi Nobeta Edaletê kir. Çalakiya malbatê di roja 583’yan de dewam dike. Malbatê doh serê sibehê çû pêşiya Edliyeya Rihayê. “Quncikê edaletê yê malbata Şenyaşar” ku malbat lê çalakiya xwe dike, ev hefteyeke di dorpêça polêsan de ye. Malbatê jî çalakiya xwe li pêşiya bariyerên polêsan domand. Malbatê kaxizên li ser nivîsandî “Edalet” û wêneyên dema çalakiya wan a Nobeta Edaletê vedibêjin, bi bariyeran ve hilawîst.
Ferît Şenyaşar, nerazîbûn nîşanî destwerdana polêsan a li pêşiya edliyeyê da û got, “Sala 2018’an li nexweşxaneya dewletê ambûlansa dewletê hate parçekirin. Çima derheqê vê mijarê de ti rayedar doza cemaweriyê venake? Ez vê rewşê ji wijdanê gel re dihêlim û hewaleyî wezîrê dadê yê dibêje ‘edalet’ dikim.”
Malbatê, li ser hesabê xwe yê medyaya dijîtal, Walîtiya Rihayê etîket kir û ev peyam parve kir: “Ma em weke ku kesek nemiribe tevbigerin? Kurê min ev 4 sal in bi awayekî neheq di hucreyê de tê ragirtin. Dema edalet pêk hat, ez ê biçim mala xwe. Yê ku ji xwe re dibêje insan, dê li hemberî vê zilma li pêşiya edliyeyê bêdeng nemîne.”
RIHA