572 roj in ji bo edaletê nobetê digirin

Şemî 1 Cotmeh 2022 - 04:17

Malbata Şenyaşar ew 572 roj in ji bo edaletê di nobedê de ye. Di peyama malbata Şenyaşar de doh hat gotin, "Ji ber ku edalet nîne, zilm dewam dike. Di dîrokê de kîjan pergal bi zilmê li ser piyan maye!"

Çalakiya Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar di 9’ê Adara 2021’ê de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest pê kir. Nobet îro di roja 572’yan de dewam dike. Dayê Emîne Şenyaşar ji ber pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê çalakiya xwe li mala xwe ya li navçeya Pirsûsê dewam dike. Ferît Şenyaşar jî serê sibehê li meydana ku weke “Quncika edaletê ya malbata Şenyaşar” tê binavkirin, dest bi nobetê kir. Şenyaşar pankarta “Ji bo malbata Şenyaşar edalet, ji bo her kesî edalet” bi blokên betonê yên li ber deriyê edliyeyê ve daliqand.

Malbatê li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal, bi etîketa “Meşa Mezin” ev peyam parve kir: “Li Rihayê birîna edaletê hêj nekewiyaye. Edalet nikare kesên binaxbûne bi paş ve bîne, lê ji wijdanê birîndar bûyî re dibe melhem. Ji ber ku edalet nîne, zilm dewam dike. Di dîrokê de kîjan pergal bi zilmê li ser piyan maye!”

RIHA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.