Pêwîstiya Îranê bi guherînê heye

Şiwan MERÎWAN nivîsand —

Şemî 29 Nîsan 2023 - 01:16

Ji ber pirsgirekên aborî û siyasî di hundir û derve de, rejîma Îranê di tengasiyeke mezin de ye. Di nava 6 salan de 3 caran raperînên mezin li dijî sîstema desthilatdarî ya Îranê pêk hatine. Her cara ku xwe ji serhildanekê xilas dike, demeke kin paşê careke din serhildan dest pê dike û bi awayekî din gel hewldanên xwe ji bo guherînê didomîne. Di her sê serhildanan de û di serhildanên berê de jî rejîm bi sedan û hezaran kes qetil kirine, ev yek bûye sebeb ku derzeke mezin bikeve navbera gel û desthilatdaran. Her ku diçe, ev derz ferehtir dibe û niha karbidestên rejîmê, fêhm kirine ku nikare bi vî awayî dewam bike. Ji ber vê, dixwazin bi tawîzdanê emrê desthilatdariya xwe dirêj bike.

Hîna nû, rejima Îranê û Siûdiyê bi despêşxeriya Çînê li hev kirin. Niha hevdîtin di navbera wan de ji bo ji nû ve vekirina konsolxanyan dewam dike. Di heman demê de  di asta cihanê de hin guherankarî pêk tên. Wisa xuya ye, serdema yekdengî di cîhanê de ber bi qedînê ve diçe. Şerê Ukraynayê û înîsiyatîf wergirtina Çînê di siyaseta cîhanê de hin mînakên vê ne. Wisa xuya ye ku heta pêkhatina tewazineke nû, Çîn dixwaze serkêşiya eniyekê bike û ji ber vê, rejîma Îranê gelek li ser rola Çînê hesab kirine û gotinên wê qebûl dike. Heke despêşxeriya Çînê nebaye, lihevkirina Îran û Siûdî zehmet bû. Di heman demê de rewşa derve û siyaset di asta cîhanî de bandorê li Îranê dikin, rewşa hundir jî xwedî bandor e. Rewşa giran a aborî û serhildanên gel wisa kirine ku rejîm neçar bibe tawîzan bide. Weke gelek caran, vê carê jî rejîm dixwaze bi tawîzên ji bo hêzên derve, bingehê desthilatdariya xwe xurt bike. Lê vê carê hinek cuda ye. Di dema lihevkirina nukleerî û beriya wê de jî hê bi temamî gel hêviya xwe ji reformên hundirîn qut nekiribû. Hê jî dihat payîn ku rewş di hundir de jî were guherandin, lê niha ne wisa ye. Gel bi temamî hêviya xwe birriye ji reformên di nava rejîmê de ji ber vê jî li rê û rêbazên cuda digere da ku guherînê pêk bîne. Dibe ku Îran ji bo demeke kin bikare bi tawîzên ji bo derve, xwe li ser lingan bigire, lê heger di hundir de jî hin tawîzan bide gel, di encamê de ev rejîm wê biguhere. Nişaneyên vê guherînê, eşkere xwe didin der. Bi taybet piştî despêkirina şoreşa azadiya jinê li Îranê ev yek bûye rastî. Rejîma Îranê neçar e xwe biguherîne û hin mafên jinê qebûl bike. Ew jinên ku her ji despêkê ve li hember vê rejîmê sekinîne, edî bi tiştekî din ji bilî mafên xwe razî nabin. Heger berê hê maskeyên karbidestên rejîmê neketibûn û dikarî gel bi waedan bixapîne, niha êdî maske ketiye û her kes dibîne ku "şah tazî ye".

Karbidestên rejîmê bi êrişên kîmyewî dixwazin çavên gel bitirsînin. Jinên ku hîcabê radiken, ceza dikin û wisa difikirin ku bi vî awayî dikarin rewşê kontrol bikin. Lê rûdanên meha bihûrî, nîşan dan ku gel ji wan tişta natirse û jin bi ti awayî ji daxwazên xwe nagerin. Di heman demê de îsbat bû ku rejîm jî ne reforman û ne jî azad lixwekirina cilûbergan qebûl dike. Karbidestên rejîmê dizanin, heke li hember jinê hin tawîzên piçûk bidin, edî desthilata wan, wê hedî hêdî ber bi rûxînê ve biçe. Rejîm hewl dide, heta cihê dikare, ji bo pêkneanîna daxwazên jinan û gelan, li ber xwe bide. Edî bi vî awayî tekoşîneke xurt di navbera gel û karbidestên rejîmê de pêk tê. Dewama vê rewşê dibe ku zehmetiya li ser gel zêde bike, lê di dawiyê de wê desketiyên mezin ji bo gel bîne. Gelên li Îranê, wê di dawiyê de hem ji vê rejîmê û hem jî muxalifên sexte ya rejîmê rizgar dibe. Gelên li Îranê, we pêşengên xwe baştir nas bikin û hezên demokratîk hem di hundir û hem li derve baştir rola xwe pêk bînin.

Pêwîst e karbidestên rejîma Îranê vê yekê baş fêhm bikin, tawîzdana ji bo derve, wan rizgar nake. Xilasiya wam a muhtemel ew e ku bi gel re li hev bikin. Di serî de mafên jinan qebûl bikin, mafên siyasî û civakî yên gelen qebûl bikin. Ji bo vê, divê  destûra bingehîn biguherin û mafên demokartîk ên gelan di qanûna nû de bi cih bikin.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.