Em xwedî li jinên pêşeng derkevin

Nûçeyên Jin

Çarşem 17 Îlon 2025 - 15:20

  • Hevşaredara wargeha penaberan a Mexmûrê Fatma Bîlen têkildarî salvegera şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ da zanîn ku divê hemû jin xwedî li şoreşê derkevin û got:"Piştî serhildanê jî bi taybetî berê xwe dane pêşengên jin. Em bang li hemû jinên ku dibêjin em bi vê şoreşê re ne dikin, divê xwedî li jinên pêşeng derkevin."

Pergala deshilatdar û qirker a rejîma Îranê, kiryarên xwe yên li hember jinan didomîne. Piştî qetilkirina jina ciwan a Kurd Jîna Emînî ya di 16’ê Îlona 2022’yan de li dijî rejîmê serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’serî rakir, serhildan bipêş ket. Ev serhildan li Îran û Rojhilatê Kurdistanê bi çirûska Jîna Emînî bipêş ket û îro jî li tevayî cîhanê bû dengê qêrîna jinan. Jîna Emînî bû sembol û hêviya şikandina desthilatê. Çawa ku şoreşa Rojavayê Kurdistanê li her derê belav bû, dengê jinên ku ji Îran û Rojhilatê Kurdistanê belav bûyî jî gihîşt Hindistan, Emerîkaya Latîn, Efganîstan û li her cihê ku jin di bin zexta desthilatdariyê de ne. Her jin hêz ji serhildanê girt û bi gotina ‘Jin, Jiyan, Azadî’ daxwaza mafên xwe kir.

Piştî serhildanê jî kiryarên rejîma Îranê bi heman şêweyî berdewam kir. Ji aliyê rejîmê ve sedan kes hatin qetilkirin, girtin û bi cezayên darvekirinê hatin cezakirin.

Têkildarî salvegera serhildanê û hedefgirtina rejîma Îranê ya jinan Hevşaredara wargeha penaberan a Şehîd Rustem Cudî (Mexmûr) Fatma Bîlen axivî.

Fatma Bîlen di destpêka axaftina xwe de qala feraseta qirker a rejîma Îranê ya li dijî jinan kir û got: “Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ya li Rojhilatê Kurdistanê gur bûyî. Di bin qetilkirina Jîna Emînî de şoreşa jinê li Rojhilatê Kurdistanê hat avakirin. Lê heta niha jî ew feraseta qirker a wê demê didome. Ji zindanan bigre heta ji derve jin tên qetilkirin û tine tên hesibandin. Di bin navê namûsê de ne tenê Jîna Emînî, bi dehan jin hatin qetilkirin. Lê giştî cîhan bêdeng bû. Lê piştî şoreşa ku bi Jîna Emînî re destpê kir, ji aliyê her kesê ku li Rojhilatê Kurdistanê dijî ve bertek derketin holê. Ango li dijî vê derfetê herkes rabû ser lingan. Lê ji ber beşdarbûnên serhildanê gelek kes hatin qetilkirin, gelek kes di zîndanê de ne û bi cezayên darvekirinê re rû bi rû ne.”

Fatma Bîlen herî dawî bal kişand ser hedefgirtina rejîma Îranê ya jinên pêşeng û ev tişt anîn ziman: “Pêşengên jin ên ku pêşengtî ji serhildana jinê re dikin, îro di zîndanên Îranê de ne. Desthilata Îranê hê jî feraseta xwe ya darvekirinê didomîne. Piştî serhildanê jî bi taybetî berê xwe dane pêşengên jin. Em bang li hemû jinên ku dibêjin em bi vê şoreşê re ne dikin, divê xwedî li jinên pêşeng derkevin.”

NÛJINHA/MEXMÛR/BERJÎN KARA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.