Zagrosî kî ne? Îranî kî ne?

Şiwan MERÎWAN nivîsand —

Şemî 1 Tîrmeh 2023 - 00:06

Gotinek bavkalê Kurdan heye, dibêje, “Îranî bi pembû mirovan ser jê dikin!” Çima ev gotin tê gotin? Paşxana vê gotinê çi ye? Îranî çawa bi pembû mirovan ser jê dikin? Çima niha jî di nava rêveberiya dewleta Îranê de komplo hene? Xwediyên dewleta Îranê, di dirêjahiya dîrokê de çend caran li dijî gelê Zagrosî (gelê Kurd) komployên nemerdane encam dane? Çawa bû kû rêveberî ji destê Kurdan (Meda) derket û ket destê Persa (Faris)?

Weke van pirsan, mirov dikare bi dehan pirsên din bike. Jixwe, heta em weke gelê Kurd van pirsan ji xwe nepirsin û bersiva wan nebînîn, em nikarin vê dagîrkariya Îraniyan li ser welatê me pêş xistiye, baş şirove bikin. Bêguman, bersiva wan pirsan hêsan nîne. Ji bo bersiva wan pirsan, pêwîst e mirov pelên dîrokê veke û di kûrahiya dîrokê de li bersiva wan bigere. 

Ez ê ji niha û şûn ve, hewl bidim bi rêzenivîsekê li bersiva wan pirsan bigerim. Ev rêzenivîs wê weke şiroveyên rojane nebe. Niha zehmet e hejmara nivîsan destnîşan bikim, lê em ê hewl bidin, kurt lêxin û bi zimanekî sade vê mijarê şirove bikin. Helbet ji ber ku em weke gel û welat di pêvajoyeke awarte re derbas dibin, li aliyekî dijminê me dixwazin me qir bikin û li hember wê qirkirinê berxwedan û tekoşîna gelê me jî dewam dike, dibe ku carna navberê bidimê û mijarên di rojevê de şirove bikim. 

Ji bo destpêkê pêwîst e ez hin peyvan pênase biken: 

Zagros: Mebest ji Zagros ne tenê ew hêrêm e ku niha beşeke wê di Herêmên Parastina Medyayê de ye, belkû mebesta me sîlsîleyên çiyayên Zagrosê ye ku ji çiyaye Agirî dest pê dike û heta bi çiyaye Dêna li Loristanê dirêj dibe. 

Xusrewanî: Xusrewanî navê sîstema desthilatdariya Îranê ye. Çar ji bo împeratoriya Rûsya û Sezar ji bo Împeratorîya Roma çi be, Xesrew (Xusrew) jî ji bo desthilatdariya Îranî bi heman rolê radibe. Desthilatdariyên navendî yên xusrewanî, hema piştî hilweşîna konfederasyona Medan li Îranê tê ava kirin, lê bi pirranî ev peyv di dema desthilatdariya Sasanî ya li Îranê de hate bikaranîn û şahên Sasanî bi pirranî ji xwe re digotin Xesrew. Weke mînak şah Xesrewperwîz. 

Çanda Zagrosî: Mebest ji çanda Zagrosî ew çand e ku piştî çanda Biradostî û çanda Telhelef li seranserî Kurdistanê, ji Îlam heta bi Dêrsimê belav bûye. 

Desthilatdariya ku niha li Îranê li ser hukm e, xwe dispêre dîrokeke 2550 salî. Karbidestên rejîma niha ya Îranê, gelek bi vê dîrokê pesnê xwe didin. Lê di rastiyê de ev dîroka ku ew pesnê xwe pê didin, dîroka xwînrijandin û dîroka şer û qirkirina gelan û bi taybetî gelên Zagrosî ye. Lê niha di bin maskeyekî xemilandî de rûyê xwe veşartine û dixwazin di serdema netewe dewleta Îranî de derba dawî li gelê Kurd û gelên Zagrosî bidin û bi vî awayî desthilatdariya xwe mayînde bikin. Ji ber ku heta ku çanda Zagrosî li Kurdistanê bimîne, ev desthilatdarî vê çandê ji xwe re metirsî dibîne û ew ê qet nesekine û her tim êrişî wê bike. Her çawa dewleta Tirk hebûna xwe li ser qirkirina gelê me û gelên din ên li ser coxrafya Tirkiyê de daniye, desthilatdriya navendî ya Îranî jî stûnên hebûna xwe li ser qirkirina gelê Kurd û gelên din ên li Îranê daniye. 

Gelek caran behsa vê yekê hatiye kirin ku desthilatdarên Îranî ji bo tirsandin û teslîmgirtina gelên din ên Îranê, despêkê êrişî Kurdistanê dikin. Ev rastiyek e, û niha di roja me ya îro de jî bi heman awayî ye. Rêber Ocalan dibêje, “Em di kûrahiya dîrokê û dîrok di roja me ya îro de veşartiye.” Bêguman ev rastî ji bo êrişên Îranê yên lio dijî Kurdistanê lê ne; ji ber ku yekemîn komkujiya gelê Kurd bi destê Daryûs, şahê Îranê pêk hatiye. Vê komkujiyê weke “Muxkujî” di dîrokê de cih girtiye. Îro jî Îranî gelê me qir dikin û komkujiyan li dijî me pêk tînin. 

Rêber Ocalan wekî din dibêje, “Heta civaka xwezayî neyê şirove kirin, civakên din û bi taybetî civaka kapîtalîst bi başî nayê şirovekirin.” Di ber ronahiya vê perspektîfê de ji vê rastiyê, xwe dide der ky heta em nikaribin desthilatdariya Persan piştî ku konfedrasyona Medan ruxandin, şirove bikin, em nikarin roja me ya îro û desthilatdariya niha ya Îranê fêm bikin.

Wê dewam bike…

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.