Jin êdî venagerin beriya şoreşa azadiyê

Şiwan MERÎWAN nivîsand —

Şemî 4 Adar 2023 - 00:16

Em di Adarê de ne. Adar xwedî cihekî taybet e di dîroka Kurdan. Ev meh, meha berxwedan, serhildan û raperîna mezin a gelê me ye. Di vê mehê de serhildana Cizîre û Nisêbinê di newrozê de heye, her wisa raperîna mezin a başûrê Kurdistan jî heye. Her di vê mehê de komkujiya Helebce pêk hat. Li kêleka van boneyên mezin ji bo gelê me, roja jinên kedkar a cîhanê 8´ê Adarê jî heye. Bi taybetî 8´ê Adara îsal gelek girîng e. Ji ber ku li rojhilatê welatê me û li Îranê şoreşek li dar e û armancê wê azadiya jinan û gelan e. 

Herî dawî roja 8´ê Adar a sala 1979´an jinan li Îranê bi awayekî girseyî ev roj pîroz kir. Gerçî, di wan salên derbasbûyî de jî jinên Îranê dîsa bi minasebeta 8´ê Adarê çalakî dikirin, lê ji ber zexta hêzên rejîma zilamsalar a Îranê, çalakiyên jinan bertesk û piçûk bûn. Çalakiyên jinan ti carî bi qasî ya sala 1979´an mezin nebû. Jinan wê demê, weke niha li dijî serpoşa bi darê zorê ku di edebiyata siyasî ya Îranê de weke “hîcaba îcbarî” tê pênasekirin, çalakî kiribûn. 

Rejîma niha ya Îranê, her ji rojên despêkê ve dijminatiya xwe li dijî jinan îlan kir. Her çiqas jinan wê demê jî nerazîbûneke mezin nîşanî siyasetên dijî jinan ên rejîmê da, lê mixabin dengê wan nehat bihîstin. Serhildan û tekoşîna jinan hingê bi gotina “yan rûserî, yan tûserî” yanî yan hûn serpoşê li ser dikin, yan na hûn li serê wê didin, heta tepisandinê. Bi vî awayî, rejîma Îranê bi bêdengkirina jinan, bingehê desthilatdariya xwe xurt kir û hema piştî vê, berê xwe da Kurdistanê û di Tebaxa 1979´an de Xumeynî fermana “Cîhad”ê li dijî gelê Kurd li Rojhilat îlan kir. Rejîmê bi êrişbirina ser jinan û gelê Kurd hewl da rewşeke aloz a siyasî biafirîne û di nava vê rewşa aloz de, hêzên din a muxalif hemûyan tine bike. Vê rewşê heta despêkirina şerê Îran û Iraqê dewam kir û bi despêkirina şer jî bi awayekî xurttir dewam kir. Her kesê li dijî wan siyasetên li dijî jinan û li dijî Kurdan ên rejîmê, bisekiniya, bi tohmeta “cudayîxwaz”iyê di hat bêdengkirin. Esas, ji bilî hin hêzên sosyalîst û bi taybetî “Çirîk Fedayî” ku wê demê hêza wan a gerîla hebû, kesekî din dengê xwe nekir. Ew hêz jî hêdî hêdî di nava salek û diduyan de ji ber zextên rejîmê hatin Kurdistanê û piştî şerê Îran û Îraqê ew jî ji Rojhilat derketin û êdî bi temamî meydan ji rejîmê re ma. 

Di tevahîya 44 salên derbasbûyî de ne gelê Kurd û ne jî jinan li Îranê ti carî serê xwe li ber rejîmê netewand. Her tim di nava berxwedanê de bûn û ji bo vê jî berdêlên giran dan. Bi taybetî piştî serhildana li Rojhilat a sala 1999´an a li dijî komlploya li dijî Rêber Abdulla Ocalan pêk hat, asta berxwedana Kurdan û jinan bilindtir bû. Rejîma Îranê xwest bi darê zorê berxwedana wan têkbişikîne. Ji bo vê, zîndanên xwe bi şoreşgerên Kurd û jinan tije kirin. Gelek têkoşerên Kurd û jin bi dar ve kirin, girtîgeh kirin cihê êşkenceyê û tevahiya Rojhilatê Kurdistanê û Îranê jî kirin girtîgeheke mezin. 

Rejîma ku nikariye bi berxwedana gelê me û jinan, niha jî ji her demê zêdetir ji ber têkoşîna wan bingehê wê hejiyaye. Bi taybetî di 6 Sibata bihurî de têkoşîna gelê me û jinan bi temamî meşrûiyeta vê rejîmê ji holê rakir. Ji ber vê, careke din dixwaze tola xwe ji wan hilîne. Di van rojan de jehrîkirina keçên dibistanan li Îranê di rojevê de ye. Heta niha zêdetir ji hezar û 200 keçên ciwan, li bajarên Qûm, Birûcerd, Erdebîl û Tehranê hatine jehrîkirin. Tê gotin, grupeke şîî ya muhafezekar a bi navê “hezareger”a li dijî xwendina keçan, keç li dibistanan jehrî kirine. Her wiha, karbidestên rejîma Îranê gefê li hêzên gelê Kurd dixwin. Ev pêkanîn hemû jî weke hewldana tolhildana ji jinan û ji gelê Kurd tên pênasekirin. Rejîma ku lingên desthiladariya xwe li ser çewisandina jinan û gelê Kurd danîbûn, niha ji aliye wan ve hatiye ber hilweşandinê. Ji ber ku êdî jin li Îranê qet naxwazin vegerin beriya şoreşa azadîya jinê û careke din serpoşê li serê xwe bikin. Karbidestên rejîma Îranê niha nizanin çi bikin. Heger hindekî rewşê nerm bikin û daxwazên jinan û gelan li Îranê qebûl bikin, hingê xelkê Îranê wê doza mafên zêdetir bike û heger nerm jî nekin, berxwedana li dijî rejîma êdî ne rewa ye, wê zêdetir bibe.

Her çawa be, Îran ber bi guherînên mezin ve diçe. Ji ber vê, hewldanên berevajîkirina şoreşê jî ne kêm in. Lê ya ku girîng e, bila her kes bizane, “Dîrok li ser xeteke rast nameşe”. Dibe ku ev têkoşîn demeke dirêj bikişîne, lê ew ê qet paş ve nezîvire. Ji ber vê, 8´ê Adar a îsal girîng e. 

Roja jinên kedkar a cîhanê 8´ê Adarê li tevahiya jinên Kurd, jinên Îranê û tevahiya jinan û mirovahiya pêşverû pîroz be. 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.