Çîn, Îran û Siûdî 

Şiwan MERÎWAN nivîsand —

Şemî 15 Nîsan 2023 - 00:55

Di Adarê de ji nişka ve hate ragihandin ku Îran û Erebistana Siûdiyê bi navbeynkariya Çînê li hev kirine û piştî heft salan careke dîtir hewl didin têkiliyên xwe yên dîplomatîk sererast bikin. Ev lihevkirin di demekê de pêk hat ku rejîma Îranê, hem li hundir û hem jî ji derve di bin zexteke mezin de bû. Di hundir de serhildana gelên li Îranê, rejîm gelekî tengav kiribû, li derve jî hêzên rojavayî zext li rejîmê dikirin ku careke din danûstendinên navokî -li ser meseleya nukleerê- dest pê bike û mercên wan qebûl bike. Di rewşeke wisa de sererastkirina têkiliyên bi Siûdî re, bêhna rejîma Îranê anî ber wê. Di siyaseta navdewletî de jî serdemeke nû vekir. Wisa xûya ye ku Çîn dest ji siyaseta berê ya derve berdaye û dixwaze di asta navdewletî de bi roleke mezintir rabe. Îran ji bo Çînê girîng e. Têkiliyên di navbera wan de hem dîrokî û hem jî stratejîk in. Beriya niha bi 3 salan, lihevkirineke stratejîk a 25 salan di navbera wan de çêbû. Heta niha jî naveroka vê lihevkirinê li raya giştî nehatiye eşkerekirin, lê tê texmînkirin di çarçoveya siyaseta bi navê "riya hevrêşim a nû" de be. 

Serhildana şoreşa azadiya jinê, karbidestên rejîma Îranê gelekî tirsandin. Hejmarek ji karbidestên rejîmê bi awayekî zelal tirsa xwe ji ketina rejîmê anîn ziman û hişyar kirin ku tiştek neyê kirin, rejîm li ber hilweşînê ye. Ji ber vê jî karbidestên rejîma Îranê siyaseta xwe ya herêmî qismî guherandin û wan bi taybetî hewl da ku têkilîyen xwe bi Siûdî re sererast bikin. Di dema heft salên bihurî de, karbidestên rejîmê, ti gotin nema ku ji Siûdiyê re negotin. Ji berpirsyarê yekêm ê rejîmê Xamineyî heta bi melayên mizgeftan, kesek nema ku Siûdî û karbidestên Siûdî teşhîr neke. Lê çima ji nişka ve ew karbidestên Siûdî yên ku Îranê ew weke "çêleka dotinê a Îsraîl û Emerîkayê” pênase dikir, bûn ew kesên ku bi wan re li hev bikin? 

Ji dema ku rejîma niha li Îranê hatiye ser kar ve, her tim têkiliyên Îran û Siûdî xirab bûne. Rejîma Îranê xwe serkêşê eniya şîî dibîne, û li hemberî vê jî Siûdî xwe serkêşê alema Îslamê dibîne. Her çiqas sala 1998’an Îran û Erebistana Siûdî li hev kir jî, piştî serhildanên Bihara Ereb ên sala 2011’ê, careke dîtir têkiliyên wan xira bûn. Piştî ku Siûdî melayê şîî Şêx Nemir di 2’yê Çileyê 2016’an de bi dar ve kir, kesên ser bi rejîma Îranê êriş birin ser sefareta Siûdî ya li Tehranê û konsolosxaneya Siûdî li bajarê Meşhedê jî şewitandin. Bi vî awayî têkiliyên dîplomatîk di navbera Îran û Erebistana Siûdî de qut bûbûn. Îranê li dijî berjewendiyên Siûdî li Rojhilata Navîn êriş kirin, Husiyen Yemenê çekdar kirin û li dijî Siûdî ew bi kar anîn. Li hemberî vê jî Erebistana Siûdî pereyekî zêde ji bo hin komên dijberî rejîma Îranê xerc kir û televizyoneke bi zimanê Farisî fînanse kir da ku li dijî Îranê weşanê bike.  

Tê gotin, Îranê û Erebistana Siûdî li hev kirine ku dest ji wan siyasetên xwe yên dijberî hev berdin. Di demekê de veguhertinên mezin ii herêma Rojhilata Navîn çêdibin, wisa xuya ye ku her du aliyan nekarî înîsiyatîfa Çînê red bikin. Di çarçoveya vê peymanê de Îran dixwaze hinekî zexta li ser xwe kêm bike û bêhna xwe vede. Erebistana Siûdî jî dixwaze têkiliyên xwe yên aborî bi Çînê re bi pêş bixe û Çîn jî dixwaze siyaseta xwe ya Rojhilata Navîn bêyî tundîya di navbera Îran û Siûdî de bi pêş bixe. Ev yek jî diyar dike ku hem Çîn û hem jî Siûdî ji vê lihevkirinê sûdê dibînin. Îran jî ji ber siyaseta xwe ya hundir û derve di tengasîyê de ye, tenê dixwaze hinek demê bi dest bixe.  

Îranê ku di pozîsyonek lawaz de bi Siûdî re li hev kir û rewşa xwe hê jî ne zelal e. Tê zanîn ku çavkaniya despotîzma Rojhilata Navîn li Îranê vedigere. Bi taybetî di sedsala 19 û 20’an de, kesên weke Cemaledîn Esedabadî ku Îranî bû, bingehê Îslama siyasî danî û bi îdîaya ku li himberî rojava disekinin û ezemeta dîroka berê li Rojhilata Navîn vedigerînin, despotîzma ku bi Îmam Xezalî yê Îranî dest pê kiribû, kûrtir kirin û bi vî awayî gelek êş û azar dan civakên Rojhilata Navîn. Niha hê jî Îran siyaseteke wisa bi rê ve dibe û bi dest têwerdanên xwe li Iraq, Sûrî, Libnan, Yemen û yên din, qeyranê kûrtir dike û hê jî siyaseta şer a li derveyî Îranê dimeşîne. 

Bêguman heya sîstemeke demokratîk li Îranê ava nebe, ev dest têwerdanên rejîmê yên bi vî awayî wê dewam bikin. Ya ku niha di asoyê de xuya dike, ew e ku li Îranê  guherankarî pêk tê. Rejîma ku meşruiyeta xwe ji dest dabe, ti peyman û rêketin nikare vê li ser piyan bigire. Di demeke wisa de şoreşeke zêhnî ji bo Îranê pêwîst dike. Li şûna guherîna rûçik, lazim e guherankarî di zêhniyeta Îranî de pêk were. Ji ber vê jî erkek dîrokî dikeve ser milê hêzên demokartîk, lazim e rola xwe bi başî bilîzin û bi pêkanîna şoreşa demokratîk li Îranê, hem gelên li Îranê û hem jî gelên din ji belayê rizgar bikin.  

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.