Kurdistan, welatê çiya, çem û deştên berfireh û dewlemend e. Kurdistan, welatê mirovên li bilindahiyan e. Kurdisan, ew welat e, yê ku di pirtûka pîroz de weke cennetê hatiye pênasekirin. Ev welat di tevahiya dîrokê de her tim rastî êriş û çavnebariya serdestan hatiye û ji Gilgamêş a paşaxwedêyê Urûkê heta nûnerên xwedê li Tehran û Enqerê, gelek caran deshilatdaran êriş birine ser vî welatî û Kurdistanê ji destê wan êşên mezin kişandine.
Kurdistan welatekî welê ye ku şahîdî li yekemîn komcivata mirovan kiriye û di qûntara rêzeçiyayên wê de, mirov ji xweliya xwe careke din rabûye û baskê xwe vekirine û bi firrê ketine. Her çiqasî ev melbend, xwedî rastiyeke bi vî awayî be jî, lê niha ji destê sînor û têlên rêsayî dinalîne. Niha ev welat hatiye parçekirin û dagirkerên ku Kurdistan parçe kirine, ne tenê ev welat parçe kirine, wan di heman demê de mêjiyê Kurdan jî parçe kiriye. Bi vî awayî, efsaneya derewîn a “Kurdê Îranê”, “Kurdê Tirkiyê”, “Kurdê Iraqê” û “Kurdê Suriyê” çêkirine û Kurdistan ji Kurdê xwe bê par hiştine.
Niha Kurdistan çar parçe ye û Rojhilatê Kurdistanê parçeyê herî bi jan ê Kurdistanê ye. Beriya bi sed salan, Bakur, Başûr û Rojava ji hev hatine qetandin, lê niha nêzî çarsed salan e ku Rojhilatê Kurdistanê ji beşên din hatiye qutkirin. Di nava van çarsed salan de deshilatdarên Îranê gelek caran li Rojhilatê Kurdistanê komkujî pêk anîne.
Deshilatdarên Îranî, ne tenê Kurd bi komî kuştine, di heman demê de wan hewl daye Kurdan qir bikin, bişavtin bi pêş xistine û xwestine kurdbûnê ji rastiya wê derxin. Ji komkujiya Keleha Dimdimê, heta bi komkujiya gundên Qarnê û Qelatan li Mehabadê, xwediye zêhniyeta tarî a Îranî, hemî rêbaz ji bo tinekirina gelê me li Rojhilatê Kurdistanê ceribandine. Li hemberî wan êriş û komkujiyan, gelê me her tim li ber xwe daye û ti carî teslîm nebûye.
Lê rastiyeke wisa ya bi jan jî di dîroka me de heye ku gelek caran Mîr û begên Kurd, xiyanet li gelê xwe kirine û ji bo qirkirina gelê me, alîkariya dagirkeran kirine. Ev nêzîkatiya çîna arîstokratên Kurd, ji nîvê sedsala bîstan û pê ve, bûye rêbazeke siyasî ku weke siyaseta klasîk a Kurd hatiye pênase kirin. Ji ber ku xwediyên zêhniyeta siyaseta klasîk a Kurd, pişta xwe nedane gelê xwe û her tim xwe sipartine yekê ji dagîrkerên Kurdistanê, êdî nekarîne nûneratiye Kurdistanê hemûyî bikin û dabeşkirina Kurdistanê a bi peymana Lozanê, qebûl kirine. Û wan bi behaneya “bila her beşek Kurdistanê tenê xwe rizgar bike” siyaseteke şaş bi rê ve birine û bi vî awayî gelek zerar li doza rewa ya gelê me kirine. Xwediyen zêhniyeta klasîk a Kurdistanê, her tim xwe sipartine dagirkerên Kurdistanê û bi vî awayî, dema di beşekê de şer kirine, li dijî gelê me yê di beşên din de sekinîne.
Roja 4´ê Nîsana sala 1949´an, li gundê Amarayê yê ser bi Xelfetiyê, li bakurê welêt, di malbateke Kurd de zarokêkî çavê xwe li dinyayê vekir, navê Abdullah lê kirin. Abdullah Ocalan di hembêza kesekî de mezin bû ku weke yek ji bermahiya çanda îlahî ya Zagrosan hatiye pênasekirin. Ji ber vê, di kesayeta Abdullah Ocalan de taybetmendiyen camêrî, jêhatîbûn û bi dilêriyê bi gewde bûn. Ji ber vê, dema mezin bû li dijî sînor û têlên rêsayî yên dagirkeran ên ku Kurdistan parçe kiribûn, têkoşînek be eman da destpêkirin.
Abdulla Ocalan pêşengiya tevgerekê kir da ku careke din Kurd ji gorên betonî bên derxistin û li Kurdistanê vejînek da destpêkirin. Ji ber vê, Kurdan roja jidayikbûna Rêber Ocalan weke roja jidayikbûna xwe dibînin. Vejîna Kurd li gorî berjewendiyên gelek hêzan nebû. Ji ber vê di sala 1998´an de komployeke mezin li dijî Rêber Ocalan bi rê xistin û di 15´ê Sibata 1999´an de ew radestî Tirkiyê kirin.
Gelê Kurd li Kurdistan û seranserê cîhanê li dijî wê komployê rabû û di vê demê de Rojhilatê Kurdistanê şahîdî li mezntirîn serhildana dîroka xwe kir. Piştî ku serhildana gelê me li Rojhilat rastî desttêwerdana hêzên rejîma Îranê hat û gelek mirovên welatparêz ên Kurd li Sine di 24´ê Sibatê de şehîd bûn, êdî ciwanên rojhilatî ji bo tola wan hilînin, berê xwe dan çiyayen azad ên Kurdistanê û kom bi kom tevlî nav refên gerîla bûm. Ew ciwanên ku si salên 1999 û 2000 ji Rojhilat tevlî gerîla bûn, piştî 4 salan, di 4´ê Nîsana 2004´an de û di rojbûna Rêberê xwe de Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) ava kirin.
Niha, ev 19 sal in ku PJAK tekoşîneke xurt bi rê ve dibe. Ev 19 sal in, PJAK ramana pîroz a zarokê birûmet ê dayê Uweyş ji bo Rojhilat vediguhezîne û bi vî awayî parçeyê bi jan ê Kurdistanê hêdî hêdî vedigere rastiya xwe. Niha di encama tekoşîna PJAK´ê de şoreşa azadiya jinê li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê bi dirûşma “Jin jiyan azadî” li dar e û weke Rêber Apo di parêznameya xwe de nivîsandiye; PJAK tava ser bilindahiya Zagrosê ye, ji bo ku heta hetayê ronî û germahiyê bide deştên Îranê.
parvê bike
Nivîsên Şiwan MERÎWAN
Zagrosî kî ne? Îranî kî ne?
1 tîrmehê
Kurd çi dikin?
24 hezîranê
Aboriya Îranê li ber hilweşînê ye
6 gulanê
Pêwîstiya Îranê bi guherînê heye
29 nîsanê
Çîn, Îran û Siûdî
15 nîsanê
Bereya demokratîk û bereya diz
25 sibatê