Danasîna Civaknasiya Rêber APO
Duşem 20 Cotmeh 2025 - 03:55
Li bajarê Tandîl a Arjantînê li ser parêznameya Rêber Apo ya bi navê Civaknasiya Azadiyê bernameyeke danasînê hatê çêkirin. Di bernameyê de semînerek hate dayîn û nîqaşên berfireh hatin kirin. Bernameya danasîn û nîqaşê ji aliyê Profesora Erdnigariya Siyasî Luciana Bidauri ku Fakulteya Zanistên Mirovî ve hate birêvebirin. Gelek kes tevlî bernameyê bûn û di nava beşdarên ku tevlî danasîna bernameyê bûn de xwendewan, akademîsyen, mamoste û çalakvanên siyasî jî hebûn. Bername bi axaftina dekanê fakulteyê destpê kir û piştre li ser dîroka gelê Kurd û Tevgera Azadiya Kurdistanê, rewşa Rêber Apo û paradîgmayê wî ji Civaknasiya Azadiyê besên eleqedar hate peşkeş kirin. Beşdaran eleqeyek mezin nişanî pêvajoya ku Rêber Apo daye destpêkirin dan. Her wiha di bernameyê de rastiya têkoşîna civakî ya gelên Arjantînê jî bi perspektîfa paradigmaya Rêber Apo ve hatin destgirtin û nîqaşkirin.
Beşdaran raman û felsefeya Rêber Apo wek çavkaniya hêviyê û ronahiyê pênase kirin û piştgiriya têkoşîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo raber kirin û bangawaziya mezinkirina têkoşînê kirin.
ANF/TANDÎL