Bang manîfesto ye
Duşem 20 Cotmeh 2025 - 03:40
ROZA METÎNA / AMED
Siyasetmedar Omer Onen diyar kir ku banga "Aştî û Civaka Demokratîk" manîfestoya sedsala 21'ê ye û wiha got:"Di demek pergala cîhanê ber bi krîz û modernîteya kapîtalîst ve tê kişandin de, vê bangê ji bo gelan wekî herêmî û gerdûnî bingeh û derfetên nû ji bo têkoşînê pêşkêş kiriye."
Siyasetmedar Omer Onen têkildarî banga "Aştî û Civaka Demokratîk", helwesta îktidarê, rola "Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê" nirxandin kir. Omer Onen wiha got:"Pêwîst e her kes ji bo pêkanîna armanca civatek exlaqî û siyasî rola xwe bilîze. Îro, em ji her demê bêtir xwedî hişmendiya dîrokî, ezmûn, pisporî û rêxistinbûn in. Sedemeke ku em nikaribin biserkevin tune ye. Em dikarin civatek demokratîk û jiyanek azad ji nû ve ava bikin."
Bang manîfesto ye
Omer Onen di destpêkê de li ser pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk wiha got:"Di 27'ê Sibatê de, banga ji bo 'Aştî û Civaka Demokratîk' a dîrokî ya hate kirin, bangek ku dikare wekî manîfestoya sedsala 21'ê were binavkirine. Ev bang, bi kelecan û coşek mezin re hat pêşwazîkirin. Vê bangê hevdîtineke di warê raman û hestan de afirand, ji bo gelê me û tevgera azadiya Kurd asoyên nû diyar kir. Du aliyên bingehîn ên banga ji bo 'Aştî û Civaka Demokratîk' hene. Ya yekem, li ser rêxistinê bi xwe ye û li ser aştî û siyaseta demokratîk disekine. Ya duyemîn, li ser dewlet û îktidarê disekine, gavên qanûnî û siyasî yên pêwîst ji bo demokratîkbûna civakê dihewîne. Di demek pergala cîhanê ber bi krîz û modernîteya kapîtalîst ve tê kişandin de, vê bangê ji bo gelan wekî herêmî û gerdûnî bingeh û derfetên nû ji bo têkoşînê pêşkêş kiriye."
Îktidar ji gavavêtinê dûr e
Omer Onen bal bir ser peywirên divê îktidar di bin banê banga "Aştî û Civaka Demokratîk" de pêk bîne û wiha pê de çû:"Hewldanên ji bo pêkanîna banga 'Aştî û Civaka Demokratîk' ji aliyê gelek koman ve hatin astengkirin. Tayînkirina qeyûman, girtin û her cure êrîş ji bo sabotekirina vê pêvajoyê hatin bikaranîn. Pêkhateyeke desthilatdar hewl dida ku pêşî li ragihandina bangê bigire û ji şer sûdê werbigire. Di pêvajoya nû de ku bi bangê dest pê kir, gavên girîng hatin avêtin. Bi taybetî ji aliyê Kurdan ve. PKK'ê kongreya xwe li dar xist, xwe fesix kir. Her çend tevgera azadiya Kurd, siyaseta Kurd û raya giştî ya Kurd di vê pêvajoyê de hemî gavên pêwîst avêtin jî, îktidar heta niha ji avêtina gavên berbiçav û rastîn ên ji bo bicihanîna berpirsiyariyên xwe, wekî misogerkirina garantiyên qanûnî û dadwerî, avakirina komîteyên parlementoyê, derxistina qanûnên pêwîst û girtina tedbîrên qanûnî, dûr ketiye."
Komisyon dikare rolê bilîze
Omer Onen bal bir ser rola "Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê" û wiha dewam kir:" 'Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê' ya li meclisê hatiye damezrandin, dikare wekî gaveke girîng a ji bo xurtkirina aştî, çareseriyên demokratîk, avakirina hevgirtin û jiyana hevbeş were hesibandin. Ev komîsyon dikare di pêvajoya 'Aştî û Civaka Demokratîk' de roleke sereke bilîze. Aştiya civakî ne tenê bêdengkirina çekan e, lê di heman demê de encama rûbirûbûnek rasteqîn a bi paşerojê re ye. Bi kirina daxwazên civakî yên berbiçav ên di derbarê binpêkirinên mafan, cudakarî û newekheviyê de, komîsyon dikare rê li ber pêşxistina têgihîştineke aştiyê ya li ser bingeha edalet û empatiyê veke. Aştî ne tenê bêdengkirina çekan e, lê belê bi parastina nirxên demokratîk e. Komîsyon dikare rê li ber gavên demokratîk ên avahîsaziyê veke, wekî xurtkirina rêveberiyên herêmî yên demokratîk a bi şertê xweseriyê, perwerdehiya bi zimanê dayikê, misogerkirina azadiya ramanê, guhertinên di Qanûna Têkoşîna bi Terorê re (TMK) û Qanûna Cezayê ya Tirk (TCK) de, guhertinên destûrî yên sivîl û naskirina mafên li ser bingeha nasnameyê."
Baweriya hevbeş qels dimîne
Omer Onen da zanîn dewlet gavên pêwist navêje û wiha dewam kir:"Di 27'ê Sibatê de, bi destwerdaneke dîrokî ya wekî banga sedsalê hate binavkirin, Rêber Apo Tevgera Azadiya Kurd li ser bingeha paradîgmayek bi tevahî nû, bi cih kir. Her çend guhertin û veguherîn di her qada têkoşînê de çêdibin jî, kiryarên dewletê bi sînor in û pir caran li gor hevsengiyên stratejîk bi teşe dibin. Polîtîkayên ku li ser ewlehiyê disekinin serdest dimînin. Binpêkirinên mafên mirovan û nêzîkatiyên înkarker ên li hember çand û zimanê Kurdî berdewam dikin. Di warên wekî serxwebûna dadwerî, azadiya derbirînê û mafê rêxistinbûnê de paşveçûn hene. Her çend kanalên diyalogê vekirî bimînin jî, baweriya hevbeş qels dimîne. Civak ji bo sazûmankirina aştiyê û civakek demokratîk îradeyek xurt hêvî dike."
Divê her kes rola xwe bilîze
Omer Onen herî dawî wiha got:"Pêwîst e her kes ji bo pêkanîna armanca civatek exlaqî û siyasî rola xwe bilîze. Îro, em ji her demê bêtir xwedî hişmendiya dîrokî, ezmûn, pisporî û rêxistinbûn in. Sedemeke ku em nikaribin biserkevin tune ye. Em dikarin civatek demokratîk û jiyanek azad ji nû ve ava bikin. Bi vî awayî, em dikarin di bin rêberiyek bi rûmet û azad de bi hev re bi awayekî azad bijîn."