DEM Partî rêyeke sêyemîn e
Sêşem 21 Cotmeh 2025 - 03:40
Endamê Meclîsa Partiyê ya DEM Partiyê Unal Yûsûfoglû êrîşên li ser DEM Partiyê di beşa duyemîn a hevpeyvîna xwe de ji ANF'ê re nirxand. Yûsûfoglû anî ziman ku êrîşên li ser DEM Partiyê karê şerxwazan e û got:"Yên ku xwe ji şer xwedî dikin, yên bi zimanê şer aqil û argumanên xwe ava dikin, yên ku hewl didin nava hevsengiya desthilatdarî û muxalefetê de ji xwe re cihekî peyda bikin, yên ku şerê ji bo rant û erkê ji xwe re dikin esas di vê mijarê de nikarin xwe li têkiliya demokratîk, wekhev, lêgerîna li yekîtiyê û hevgirtinê ya DEM Partiyê rabigirin. Ji ber vê yekê jî di tiştekî herî biçûk de qiyametê radikin. Dema derbasbûyî hewl didan DEM Partiyê weke cîgirê CHP'ê nîşan bidin. Piştî ku zextên li ser CHP'ê bi ser neketin, vê carê jî hewl dan atmosfereke welê biafirînin ku DEM Partî bi Tifaqa Cûmhûr re ye. Dema ku hewl da vê pêvajoya nû bi rêxistin bike, dest bi belavkirina gotinên ku 'Di nava Tifaqa Cûmhûr de bi cih bûye' kirin. Beriya her tiştî DEM Partî ne cîgirê muxalefetê ye ne jî parçeyekî desthilatdariyê ye. DEM Partî rêya sêyemîn e. Em ne cîgirê desthilatdarî yan jî muxalefetê ne. Em ne neçar in ku bi hinekan ve bêne girêdan, em ne neçar in ku bibin hevparê şaşitiya hinekan; em ne neçar in ku ji bo hinekan li çepikan bixin. Em bi esasî li gorî nirxên ku jê bawer dikin, li gorî pîvanên azadî, demokrasî û wekheviyê ku hinceta hebûna me ye, siyasetê diafirînin. Lewma em rêya sêyemîn in. Rêya sêyemîn di heman demê de li nava atmosfera siyasetê ya dijberiyê de ji bo bêhnê bîne ber civakê, hêja ye. Lewma em hilma gelên Tirkiyeyê, gelê Kurdistanê ne."
Rêber APO ji bo hemûyan diyarker e
Yûsûfoglû bal kişand ser wê nîqaşê ku îdîa dike "Di navbera Demîrtaş û Rêber Apo de rageşî heye" û destnîşan kir ku ev hemû hewldan pûç bûne. Yûsûfoglû got:"Esasa vê nêzîkatiyê ev e ku hewl dide welê nîşan bide ku di navbera Rêber Ocalan û Demîrtaş de rageşiyek, cudahiyek heye. Ji ber ku aqlê siyasetê li Tirkiyeyê bi rengê parçe bike û bi rê ve bibe ye. Li Tirkiyeyê aqlê siyasetê li ser dijminatiya li Kurdan e. Li Tirkiyeyê navenda hilberandina siyasetê qadeke dijberîkirin û şerkirinê ye. Lewma têkildarî Kurdan û DEM Partiyê gelek derdor bi israr serî li vê rêbazê didin. Hem rêveberên tevgerê, hem Rêber Apo û siyaseta Kurd a demokratîk hem jî hemû pêkhateyên wê bi şênberî îradeya xwe nîşan dan û raxistin pêş çavan ku di vir de pirsgirêkek nîne. Selahattîn Demîrtaş ê dilovan jî di nav de. Serok Fîgen jî di nav de. Hevalên ku ji ber doza kûmpasê ya Kobanê girtî ne û bi deh hezaran hevalên girtî jî, hevalên li sirgûnê jî di nav de. Tişta ku her kes li ser hemfikir e û di vê mijarê de bi şênberî îradeya xwe diyar kiriye ev e: Banga Aştî û Civaka Demokratîk û projeya aştiyê ya Rêber Apo ji bo me hemûyan esas e, diyarker e. Ev gelekî zelal e. Her wiha em zanin ku Rêber Ocalan ji bo meşandina vê pêvajoyê wezîfe û berpirsyariyên girîng daye Selahattîn Demîrtaş, Fîgen Yuksekdag û gelek hevalên girtî. Di parvekirina agahiyan de pirsgirêkek nîne. Ne di nava DEM Partiyê de ne jî di parvekirina agahiyan bi hevalên heyet DEM Partiyê de pirsgirêk heye.
Serok Selahattîn û Serok Fîgen nirxên hêja yên vê têkoşînê ne. Hevalên me ne û divê em rê nedin ku li ser hevalên me siyasetê bikin. Hewl didin di vê mijarê de serê mirovan tevlîhev bikin, weke ku dijberiyek heye nîşan bidin. Ne Serok Selahattîn ne jî ti ji rêveberên me ti carî destûrê nade vê yekê."
Unal Yûsûfoglû destnîşan kir ku ji bo pêvajo bi rengekî xwezayî dewam bike, DEM Partî wê bi hemû hêza xwe, li gel dînamîkên Tirkiyeyê li dijî eniya şer hewl bide eniya aştiyê xurt bike.
ANF/NAVENDA NÛÇEYAN