Bereya demokratîk û bereya diz

Şiwan MERÎWAN nivîsand —

Şemî 25 Sibat 2023 - 04:40

Şoraşa azadîya jin û gelan bi slogana “Jin jiyan azadi” li Rojhilatê Kurdistanê û li Îranê dewam dike. Pênc meh derbas bûn û şoreş ket meha şeşan. Her çiqas weke roj û mehên despêkê nebe jî, lê bi awaye cuda xwepeşandanên gel dewam dikin. Gel careke din di çileyê Mihemed Mehdî Keremî û Mihemed Huseyînî de daket kolanan. Her wiha, her şev li bajarên cuda bi awayen komên piçûk xwepêşandanên gel dewan dikin. 

Di demeke wisa de ku guherîn li Îranê êdî bivênevê ye, hêdî hêdî eniyen ku dixwazin li Îranê siberojê xwedî rol û gotin bin, zelal dibin. Gelên li coxrafyaye Îranê û hejmarek zêde ji rêxistinên siyasî ên wan gelan, aligirê Îraneke demokratîk in. Ji bo vê yekê jî hewldanên wan hene. 

Hefteya derbasbûyî, hejmarek rêkxistinên pîşeyî yên karkeran û rêxistinên xwendekar û akademîsiyenên hundirê Îranê, bernameya daxwazên xwe li gel û raye giştî eşkere kirin. Belavbûna wan daxwazan, guftûgoyên berfireh bi xwe re anîn û hêzên demokratîk ên gelê Kurd û gelên din ên Îranê ew bi erênî pêşwazî kirin. 

Di heman demê de hewldan ji bo hevgirtinên siyasî jî bi pêş ketine. Li aliyekî şahperest hewl didin ku xwe bikin xwediyê şoreşa gelan li Îranê û di dema guherîna desthilatdariyê de careke din li desthilatê vegerin. Ji bo vê, kurê şahê berê hin kes li derdora xwe kom kirine. Emerîka û Ewrûpa hinek piştevaniyê dide vê komê. Wisa xuya ye ku Emerîka û Ewrûpa dixwazin bi rêya vê komê alternatîfa xwe ji bo rejîma niha a Îranê amade bikin. Di heman demê de ew dixwazin peyameke wisa ji karbidestên niha yên Îranê re bişînin: “Heger hûn ligel me rêknekevin, wa ye alternatîfa we amade ye”. 

Ji bo vê jî hinek kar kirin. Di dema derbasbûyî de hin civîn ji bo alîgirên kurê şah amade kirin û li çûna karbidestên rejîma Îranê, kurê şah û du kesên din dawetî konferansa ewlekariyê a Munchenê jî kirin. Di heman demê de bi propagendayên berfireh li Emerîka û Ewrûpayê xwepêşandan ji bo alîgirên kurê şah pêk anîn. Ev civîn û xwepêşandanan, karbedestên niha ên Îranê tirsandin. Ji ber vê, hin gav bi paş ve avêtin û gotin, ew ji bo danûstandinên li ser nukleerê bi Emerîka û Ewrûpayê re amade ne. Wisa xuya dike, peyam gihîştiye karbidestên Emerîka û Ewrûpayê. Lewma, ew jî xwe ji bo destpêkirina danûstandinan amade dikin. 

A rast, Îraneke demokratîk li berjewendiyên gelek hêzan nayê. Hin hêzên cîhanî û herêmî demokratîkbûna Îranê naxwazin. Ew tenê dixwazin rejîmeke li gorî wan li Tehranê hukim bike. Ji ber ku Îraneke demokratîk bandorê li herêmê dike, û ev yek ne bi dilê hin dewletên derdorê ye. Ji ber vê, em dibînîn bi xerckirina pereyekî zêde piştgîriyê didin kurê şah û enîya rastgirên Îranî yên ku li derve ne. Ev hewldan ka wê çiqasî serketî be, em ê siberojê bibînin. Ji ber ku li hemberî vê hewldanê, hêzên demokratîk ên gelê Kurd û gelên din ên Îranê jî hewl didin. Ew hewl didin eniyekê pêk bînin a ji partiyên siyasî yên gelê Kurd li Rojhilat, û di heman demê de hewl didin ji bo pêkanîna eniyeke hêzên demokratîk ên gelên Îranê. Helbet hêz û kesên siyasî yên Kurd û gelên din hemû ne demokartîk in. Ji ber wê jî hemû di vê eniye de cih nagirinê. Ji niha ve hin kesên desthilatxwaz ên Kurd û ji gelên din, li kêleka kurê şah refê xwe diyar kirine. 

Xuya ye ku di dema pêş de têkoşîn di navbera eniya demokartîk a gelan û aliyê şahperestan de wê gur û geş bibe. Di heman demê de tekoşîna gelan li dijî rejîma Îranê ji wê dewam bike. Ji ber ku rewşa aborî ya Îranê ewqas xerab bûye kû êdî rojek nîne ku nerazîbûna gelan bi pêş nekeve. Her roj gel li kolan e. Ev jî dibin ezmunên demokratîk ji bo gel. Ji ber vê, gelên Îranê baş dizanin sîstema navendî ya niha sebeba rewşa wan a xirab e. Sîstemeke navendî bi ti awayî nikare ji bo coxrafiyaya firenetew a Îranê bibe bersiv. Tenê sîstemeke demokatîk wê bersiv be û ev jî bi têkoşîna hevbeş a gelan di rojevê de ye. Kurê şah û alîgirên wî nikarin ji pirsgirkên Îranê re bibin bersiv, lê metirsiya vê yekê heye ku şoreşa gel bidizin û weke sala 1979´an çawa molayên Îranê şoreşa gelan dizî, ev jî careke li desthilatê vegerin. Gelên li Îranê, naçar in ku ji bo dermankirina birînên xwe û peydakirina çareseriyekê ji pirsgirikên civakî, siyasî û aborî re ji rejîma niha û eniya şahperestan bibihurin, xwe ji wan xilas bikin.  

 

* Mihemed Mehdî Keremî û Mihemed Huseyînî 2 girtiyen şoreşê bûn ku payîza derbasbûyî hatin girtin, di demeke kin de hukmê bidarvekirinê li wan hat birrîn. Ew roja 6´ê Çile ji aliye karbidestên rejîma Îranê ve hatin bidarvekirin. 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.