Rêya Rizgarîya Îranê Ramana Zagrosî ye

Şiwan MERÎWAN nivîsand —

Şemî 11 Adar 2023 - 02:52

Îran di pêvajoyeke hestiyar re derbas dibe. Potansiyela hundirîn a Îranê ya ku ji hêza jin, ciwan û neteweyen cuda pêk tê, dixwazin şoreş li Îranê çêbe û li aliyekî din hêzên despot ên hundirîn û derve dixwazin bi rêbazên cuda rê li pêşiya vê potansiyela mezin bigirin û heger nikaribin vê yekê bikin, ji rêya wê ya rast derbixin û li gorî xwe araste biken. Çavê cîhanê li ser şoreşa jinên Îranê ye. Niha pirsa mezin ew e: gelo ew tişt çi ye ku rê nade şoreş li Îranê bi ser bikeve?

Ji bo bersiva vê pirsê, divê ku em bi hinek dîrok û zêhniyeta hakim li ser hêzên desthilatdar û opozîsyona rejîma niha, bizanin. Heger wisa nebe, hewldanên me bê wate dibin û em di xeleka serhildan û bê encambûna serhildanê de, qetîs dimînin. 

Desthilatdariya niha li Îranê xwedî dîrokeke zêdetir ji 2500 salan e. Ji dema ku rêveberî ji Meda ket destê Persa heta niha, desthilatdariya nevendî li Îranê di 5 qonaxên cuda de hukim li vî welatî kiriye. Cara yekê di dema Hexamenişiyan de, cara duyem di dema Sasanîyan de, cara sêyem di dema Sefewiyan da, cara çaran di dema Pehlewiyan ya de û cara pêncem ji di dema rejîma niha de. Ev serdem di dîroka Îranê de weke serdemên desthilatdariya Xusrewanî têne pênasekirin. Sezar ji bo Roma û Çar ji bo Rûsan çi bûn, Xesrew jî ji bo Îranê ew in. Di edebiyata siyasî ya Îranê de Xesrew nasnavê şah û desthilatdara yekemîn e. Ev sîstem di heman demê de ji pêkhateyeke taybet bi xwe pêk tê, ew xwedî zêhniyeteke taybet bi xwe ye ya ku weke zêhniyeta Îranî tê pênasekirin. 

Ya ku sîstema xusrewanî li Îranê li ser linga digire, zêhniyeta Îranî ye. Xwediyên vê zêhniyetê hem di sîstema desthilatdariyê de xwedî rol û gotin in û hem di nava hêzên opozisyonê de. Her çiqasî di dirêjahiya dîrokê de Îranê şahîdî kiriye li gelek serhildanan û gelek caran desthilatdariyên navendî di vê coxrafyayê hatiye guherîn, lê her car xwediyên zêhniyeta Îranî bi demê re xwe kaşî nava desthilatdariyê kirine û rê li guherankariyê girtine. Ji ber vê ye ku em di edebiyata siyasî ya Îranê de rastî peyva “Şoreş” a kurdî nayên. Di zimanê farsî de ji bo vê peyvê wateyeke xwecihî tine ye û Fars li şûna peyva “şoreşê” ya Kurdî ya bi wateya guherankariya zêhnî û rêveberiyê, peyva “Înqlab” a Erebî bi kar tînin. Ev jî zêdetir bi wateya guherîna desthilatdariyê ye. 

Niha em vegerîn despêkê. Ev şeş meh in ku li Îranê şoreşek bi pêşengiya jin û ciwanan pêk tê. Vê şoreşê, bingehê desthilatdariya rejîma niha hejandiye û meşrûiyeta wê ji holê rakiriye. Ji ber vê, deshilatdarên niha û bi taybetî, şexsê yekê yê rejîmê Xamineyî, gelekî ditirsin. Ji bo veşartina tirsa xwe, dixwazin di nava civakê de tirsê belav bikin û ji bo vê, bi gazên kîmyewî êrişî dibistanên zarokên keç dikin. Bi vî awayî, dixwazin rê li şoreşê bigirin û civakê serkut bikin. 

Di heman demê de ji ber ku hêzên opozîsyonê xwedî zêhniyeta Îranî ne, nikarin bibin alternatîf. Bi taybetî çepgirên Îranî yên ku xwedî îdîayeke mezin in, ji ber ku nikarin xwe ji vê zêhniyetê rizgar bikin û civaka firereng a Îranê bibînin, bi hêsanî dikevin xizmeta zêhniyeta Îranî û ber bi vê ve dişemitin. Jixwe opozisyona rastgir tam di çarçoveya edebiyata siyasî ya hakim de li meseleyê dinihêre û bi her awayî li paş maye, tenê dixwaze înqilabê bike û li şûna Xamineyî kurê şah bibe desthilatdar û bibe Şah. Yanî meseleya wan ne guherankariya demokratîk e. Ji ber vê em dibînin bi rabûn û rûnîştina xwe xizmeta desthilatdariya niha dikin.

Heya dema ku Îranî xwe ji zêhniyeta Îranî rizgar nekin, Îran demokatîk nabe. Ji bo vê, pêwîst e despêkê şoreş di zêhniyta Îranî de pêk bê. Gava ku zêhniyata wan demokartîk bibe û ew zêhniyata kevin a Îranî a niha bi jehra nasyonalîzmê bûye kangiren, were guherandin, hingê di şêweyê rêveberiyê de jî guherankarî wê pêk bê. Heger wisa nebe Îran nikare ji pirsgirêkên niha xwe rizgar bike û careke din xeleka bê dawî a “serheldan û rûnîştin”ê wê xwe dubare bike û pirsgirêkên civakî li vê coxrafyayê wê kûrtir bibin. 

Her çawa dirûşma “Jin jiyan azadî” ji Kurdistan û Zagrosan derbasî Îranê bû, pêwîst e zêhniyeta Zagrosî cihê zêhniyeta Îranî bigire da ku şoreş li Îranê çêbe. Ez vê restiyê ji bo dîrokê dinivîsim: “Îrana demokartîk li ser esasa zêhniyet û şêwaza rêveberiya Zagrosî pêk tê”. Çawa ku sîastema navendî ya niha piştî ruxandina sîstema konfederal a Medan pêk hat û di encamê de Îran rastî pirsgirekên niha ên zêhniyetî û rêveberîyê hat, rêya halkirina pirsgirêkên niha jî vegera li zêhniyeta Zagrosî û şêwaza reveberîya wê ya konferdal e. Ji niha heta sed salên din, ya ku dikare Îranê ji pirsgirekan rizgar bike, ev raman û şêwaza rêveberiyê bi çavkaniya Kurdistan û Zagrosan e. 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.