Îranê ezameta xwe ya berê winda kiriye

Sêşem 2 Îlon 2025 - 03:15

Dewleta Îslamî ya Îranê, di rêya bûyina hêzeke herêmî de hemû dem, enerjî û derfetên xwe bi kar anîn û di vê mijarê de gihîştiye dawiya rê. Ji vir û şûn de rêya ku tê de bimeşe nemaye. Şerên wekaletê yên didan meşandin û stratejiya wê ya polîtîkaya derve hilweşiya. Êdî ezameta xwe ya berê winda kiriye. 

Di şerê Îsraîlê de Îranê qet piştgiriya mutefîkên xwe yên wek Rûsya û Çînê nedît. Taybet hevkariya wê ya Rûsyayê re li ser dîyarkirina qedera Sûriyeyê xerab bû. Di pirsgirêka Ûkraynayê de DYA û hinek Rûsya nêzî hev bûn û ev jî dê bi xwe re dûrketina Rûsyayê ya ji Îranê bîne. Vê rewşê ji niha ve rê li ber tenêmayina Îranê vekiriye. Rayedarên Îranê dibêjin ‘Rûsyayê polîtîkayên me yên ewlekariyê dane Îsraîlê’. Sedema mirina serokkomarê berê yê Îranê Reîsî yê ku di qezaya balafirê de mirîbû jî bi agahîdayina Rûsan a ji bo Îsraîlê ve girê didin. Ger ku ev rast be tê wê wateyê ku navbera wan vebûye û bêbawerî ketiye nava têkiliyên wan.

Di destpêka polîtîkayên bi pirsgirêk ên Îranê de bernameya wan a nukleerê heye. Bi salan e bernameya Îranê ya Nukleerê vegeriyaye çîroka mar. Di navbera Yekîtiya Ewropa û Îranê de ji muzakereyên salan ên derheqê bernameya nukleerê de tu encam derneket. Diyar e ku di mijara demê de êdî tehemmula YE û DYA’yê nemaye, di vê mijarê de dema ku hatiye diyarkirin jî zêdetir li ser re derbas bûye. Ji xwe Îrana ku xwe ji vê peymanê kişand ev mijar ji bo xwe vegerand mijareke man û nemanê. Ji bo ku xwe li hember gefên derve bigire ewlehiyê ji bilî pêşxistina bernameya nukleerê, berbijêrkeke wê jî nemaye. 

Qadeke bi pirsgirêk a Îranê ya din jî polîtîkaya wê ya derve ku li ser dijberîya Îsraîl û antî sîyonîzmê hatiye avakirin e. Di vê mijarê de piştgiriya wê ya ji bo hêzên dijberên Îsraîlê ye. Piştgiriya wê ya ji bo Haşdî Şabî, Hamas, Hîzbûllah û Husîyan vegeriyaye şerê vekâletê yê li dijî Îsraîlê. Sedemeke şerê Îsraîlê yê li Xezayê, erîşên li dijî Hîzbûllah û Husîyan jî polîtîkayên Îranê yên antî-Sîyonîst in.

Dê alîgirên şerê di navbera Îran û Îsraîlê de zêde bibin. Ger ku ev rewş vegere şerekî ku YE, DYA, NATO û Îsraîlê dijî Îranê bi hev re tevbigerin, divê mirov şaş nemîne. Dê ev kar bigihêje vê astê. Nîşane û pêşxebatên vê ji niha ve tên dîtin. Feyde heye ku bê gotin, ‘ji bo Îranê şerekî nû li ber derî ye’. 

Îran di rewşa şerekî gengaz de, wekî Tirkiyeyê (Di vê mijarê de hê jî gaveke şênber nehatiye avêtin), li şûna ku bi Kurdan re deriyê aştiyê vebike, hewl dide li ser navê xurtkirina enîya hundurîn, muxalefetê bitepisîne û bi perçiqandina eniya hundir re, bigihêje encamekê. Gelek girtin, hejmara zêdebûna îdaman, zêdebûna êrîşên li hember gelên Kurd û Belûc diyar e ku ji ber tirsa şerê ku nêz dibe ye. 

Erîşên pergala Îranê yên li dijî Kurdan û beşên din ên mûxalîfan dê ji vir û şûn de jî zêdetir bibin. Melle, dê wek kesên ku sendroma Reva Amokê (dînatî) dijîn tevbigerin. Ji ber tirsa têkiliyên QSD-DYA, vebûna qorîdora Dawud a di navbera Rojava û Îsraîlê de û têkîlyên gengaz ên ku bi Îsraîlê re bên çêkirin, Îran dê li dijî Kurdan polîtîkaya erîşan bişopîne. Divê mirov li bendê be ku dê taybet li hember PJAK’a ku li ser Kurdên Rojhilat bi bandor e û PKK ya ku xwe fesix kiriye hamleyan bike. Îran pêşiya ku bikeve şerekî berfireh, dixwaze muxalîfên enîya hundur biperçiqîne û bi vî awayî ji asta xeterbuyinê derxîne.

Êdî dawî li Îslama sîyasî ya li Tirkiyê û dewleta Îslamî ya Îranê hatiye. Tirkiye û Îran bi qasî ku xwe veguherînin, demokrasiyê daqurtînin û aştiya bi cudahiyên cîvakî pêk bînin, wê karibin hebûna xwe bidomînin. An wê bi biryara demokrasiyê dîrokê binivîsînin, an jî dê rejîmên heyî bi demê re hilweşin û di dîrokê de winda bibin!

ANHA/RAUF KARAKOÇAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.